Parlementerê berê yê HDP’ê Yildirim wefat kir

Parlementerê berê yê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim piştî ku xwîn rijiya ser mejî û şûnde rakirin beşa lezgîn ji bo tedawîkirinê, wefat kir.

Parlementerê berê yê HDP’ê Yildirim wefat kir
26 adar, 2021   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê yê berê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, 4 roj berê ji ber xwîn çûbû ser mêjiyê wî, ew rakiribûn nexweşxaneyê. Yildirim îro li Nexweşxaneya Memorîalê ya taybet jiyana xwe ji dest da.

10 sal berê jî xwîn çûbû ser mejiyê Yildirim û di Kanûna 2020'an de jî bi şewba Covid-19'ê ketibû

Hat diyarkirin ku wê cenazeyê Yildirim li Amedê bê veşartin.