Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk dîsa bi hev ketin

Li gundewarên Idlib, Hema û Helebê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de dewam dike.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk dîsa bi hev ketin
26 adar, 2021   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li derdora Sifohin, Fetîra, Bare, Filêfil ên li gundewarên başûrê Idlibê, şer derket. Her du aliyan nuqteyên hev ên li derdora Ûmqiyê ya li Sehil Xab a li bakurê Hemayê, bi çekên giran topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê deverên li Kefer Emme ya li rojavayê Helebê bi çekên giran hedef girtiye. Her wiha derdorê Qilêdîn û Enkawî yên Sehil Xab topbaran kiriye.

(cx)