Nûnerê Amerîkayê yê Yemenê Tim Lenderking li Rojhilata Navîn e

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku nûnerê Washingtonê yê Yemenê Tim Lenderking ji bo hewldanên agirbestê û peymana aştiyê li Yemenê, serdana Rojhilata Navîn kiriye.

Nûnerê Amerîkayê yê Yemenê Tim Lenderking li Rojhilata Navîn e
26 adar, 2021   09:23
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Wezareya Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku nûnerê wan ê taybet bi kar û barên Yemenê Tim Lenderking, duh çûye Rojhilata Navîn, ji bo peymana agirbestê li Yemenê pêk bîne, der barê şerê navxweyî de dan û standinan bike û karesata mirovî ya ji ber şer, bi dawî bike.

Dihat payîn ku Lenderking di serdana xwe de bi fermandarên koma El-Hûsî ya hevalbenda Îranê re bicive. Lenderking demeke berê gotibû dema ku ji bo diyalogan amade bin, dê “yekser” vegere herêmê.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku nûnerê Amerîkayê bi hevkaiya hempîşeyê xwe yê di NY`yê de Martin Griffiths re, dê bi fermandarên herêmî re bicive û dê dan û standinên wan li ser hewldanên pêkanîna agirbesteke mayînde û peymana aştiyê bin.

(cx)