Li Dêrikê navenda êm kepekê bi buheyên erzan difiroşe

Saziya Êm a Dêrikê 142 hezar û 110 ton êm û kapek peyda kir û heta niha 117 ton li kesên ku sewaldariyê li herêmê dikin, belav kiriye.

Li Dêrikê navenda êm kepekê bi buheyên erzan difiroşe
26 adar, 2021   06:44
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Şêniyên bajarê Dêrikê berê xwe didin navendên êm ên girêdayî Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya Dêrikê da ku êm û kapekê bi buheyekê ji sûkê kêmtir werbigirin.

Gerînendeya Çandinî û Sewaldariyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser bi buheyên ji sûkên kêmtir, êm peyda kir da ku pêwîstiya kesên ku sewaldariyê dikin peyda bike ji ber ku buheyê wê pir bilind e.

Kesên ku sewaldariyê dikin ji bilindbûna buheyan li sûka bi gazinc in. Ji ber wê jî navenda êm, û kapekê peyda kir û bi buheyên baş belav dike. Ev yek piştî kêmbûna barîna baranê hat kirin.

Li gorî berpirsan, êm li gorî lîsteyên ku ji aliyê Gerînendeya Sewaldariyê û Navenda Êm a bajarê Dêrikê hatine amadekirin li xwediyên sewalan tê belavkirin.

142 hezar û 110 ton ji êm û kapek hatiye diyarkirin da ku li kesên ku sewalan li Dêrik, Girkê Legî, Çilaxa û Til Koçer ên girêdayî kantona Qamişlo xwedî dikin were belavkiri û heta niha 117 ton hatine belavkirin.

Ji bo belavkirina êm li her navçeyekê rojek tê diyarkirin piştî ku serî li daîreya sewaldariyê û pêşkêşkirina kaxezên pêwîst û diyarkirina hejmara sewalan tê kirin.

Sekretêrê Navenda Êm a Dêrikê Mihemed Xelîl ji ANHA`yê wiha got: "Miqdarê ku ji navendê re hatiye diyarkirin 142 hezar û 110 ton e. Heta niha 117 ton li Til Koçer û herêma Koçerata hatiye belavkirin. Li gorî hatiye payîn dê di nava çend rojên pêş de kepek û êm li kesên ku sewalan xwedî dikin werin belavkirin."

Her wiha Mihemed Xelîl destnîşan kir ku li gel serjimariya nû ya kesên ku sewalan xwedî dikin tune ye ji ber pirsgirêka êm piştî bilindbûna buhayan li sûkan, derket û biryara peydakirina kapekê bi awayekî awarte hate kirin da ku alîkariya kesên ku sewalan xwedî dikin bikin û bi buheyekî baş peyda bikin.

Her 1 kîlo ji kapek ku weke êm tê bikaranîn di sûkan de bi hezar lîreyên Sûrî tê firotin lê di navendan de bi buhayên kêmtir tê firotin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Çileyê de  bi biryarnameyekê  kêmkirina kapekê (300 lîreyên Sûrî) diyar kir û ev yek weke tedbîr hate girtin, ji ber barîna baranê li herêmê kêm bûye.

Welatiyê bi navê Mihemed Şerîf Yûsif ku sewalan xwedî dike û 870 kîlo ji kapek wergirtiye got 72 serî pez û 4 çêlekên wî hene, kîloya kapek li navenda êm bi 300 lîreyên Sûrî tê firotin û di sûkan de bi hezar lîreyî ye.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OjvlZgk-KYQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>