`Ji bo tunekirina DAIŞ`ê divê rê li ber destekayîna Tirkiyê ji DAIŞ`ê re bê girtin`

Şêniyên navçeya Til Temirê diyar kir ku heke Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî bixwazin DAIŞ`ê tune bikin, divê destpêkê rê li pêşiya piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ`ê bigirin, ji ber ku DAIŞ xeteriyê li ser welatên wan çêdike.

`Ji bo tunekirina DAIŞ`ê divê rê li ber destekayîna Tirkiyê ji DAIŞ`ê re bê girtin`
26 adar, 2021   06:56
HESEKÊ-DIYAR EHEMD

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beriya du salan çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê li rojhilatê bajarê Dêrazorê ji aliyê erdnîgarî ve tune kir.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku DAIŞ`ê hîna bi dawî nebûye, sûcên xwe bi rûyê xwe yê rastîn an ku dewleta Tirk û çeteyên wê didomînin.

Şêniyên navçeya Til Temirê ya li ser eniyên şer bi dewleta Tirk û çeteyên wê re, der barê rastiya bidawîbûna DAIŞ`ê  axivîn.

Idrîs Neimo got: “Beriya çend rojan hêzên Koalîsyona Navneteweyî û civaka navneteweyî bidawîbûna DAIŞ`ê pîroz kir, lê em dizanin ku DAIŞ`ê hîna bi dawî nebûye.”

`DAIŞ BEDENA MAR E Û DEWLETA TIRK SERÎ YE`

Neimo wiha domand: “Sponserê fermî û bavê rohanî yê DAIŞ`ê va ye li rex me ye, dewleta Tirk a dagirker e. Hemû jî dizanin ku dewleta Tirk sponserê sereke yê rêxistina DAIŞ`ê ye. Çawa li Kobanê piştgiriya wê kir, di êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştgiriya wê dike.”

Neimo destnîşan kir ku sûcên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê çeteyan ve pêk tên, daliqandina alên DAIŞ`ê li Serêkaniyê piştrast dikin ku DAIŞ`ê ji ber destekdayîna dewleta Tirk hîna li herêmê bi dawî nebûne.”

Neimo di dawiyê de got: “Divê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî destpêkê seriyê mar anku dewleta Tirk jêke heta ku bikare DAIŞ`ê tune bike.”

`ÇETEYÊN DAGIRKERIYÊ BI XWE ÇETEYÊN DAIŞ`Ê NE`

Şêniya bi navê Gulnaz Osman serkeftina leşkerî ya li hemberî çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û got: “Em hemû dizanin ku DAIŞ`ê hîna li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine heye. Ji ber ku dewleta Tirk sponserê sereke yê terorê ye.”

Gulnaz wiha pê de çû: “Em dizanin ku yên nêzî herêmên me çeteyên DAIŞ`ê ne lê bi navên cuda ne.”

`HEKE DIXWAZIN TERORÊ BI DAWÎ BIKIN, DIVÊ JÊDERA WÊ DESTPÊKÊ TUNE BIKIN`

Şêniyê bi navê Amir Elî xuya kir ku civaka navneteweyî dixwaze DAIŞ`ê bi dawî bike, lê heke rast vê yekê dixwaze, divê destpêkê çêkerên DAIŞ`ê di sêrî de dewleta Tirk tune bike.

`SÛCÊN LI EFRÎNÊ FIKIRÊ DAIŞÎ YÊ TIRKIYÊ XUYA KIR`

Elî wiha berdewam kir: “Mafê pêkhateyên herêmê ye ku bi aştî û bi rûmet bijîn. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin herêmên me û jiyana hevbeş a li herêmê tune bikin.”

Elî destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, fikir xwe yê DAIŞ`î li Efrînê xuya kirin dema şaristaniya wê û binesaziya wê wêran kirin mîna ku DAIŞ`ê li herêmên ku kontrol kirine, kiriye.”

Elî îşaretpê kir ku teror bi rêya Tirkiyê derbasî herêmê bû û wiha bi dawî kir: "Heke civaka navneteweyî bi rastî bixwaze terorê bi dawî bikin divê destpêkê rê li pêşiya piştgiriya dewleta Tirk a ji wan rêxistinan re bigirin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8Nyur7tH3q8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>