Tevgerên dagirkeriya Tirk li başûr rojavayê Til Temirê zêde bûne

Li gundewarê başûrê rojavayê navçeya Til Temirê tevgerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde bûne. Piştî şerê duh, enî aram in.

Tevgerên dagirkeriya Tirk li başûr rojavayê Til Temirê zêde bûne
26 adar, 2021   06:39
HESEKÊ

Li eniya başûrê rojavayê navçeya Til Temirê piştî şerê duh di navbera Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, li eniyên şer arameyeke ne diyar heye.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku tevgerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê a bi çekên giran û tankan, li eniya başûrê rojavayê Til Temirê zêde bûne.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku ev tevgerên zêde li gundên El-Erbeîn, Leylan û li baregeha dewleta Tirk a dagirker a li girê El-Amiriyê ne.

Li gorî nûçegihanê me, dewleta Tirk a dagirker car caran gundê Gozeliyê topbaran dike.

(şx)

ANHA