Li Qamişloyê têkildarî Covid-19 semînerek hate dayîn

Meclisa Jinan a Sûriyê li ser vîrusa Korona (Covid-19) û zehmetiyên di vê derbarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kişandin, semînerek da.

Li Qamişloyê têkildarî Covid-19 semînerek hate dayîn
Li Qamişloyê têkildarî Covid-19 semînerek hate dayîn
Li Qamişloyê têkildarî Covid-19 semînerek hate dayîn
Li Qamişloyê têkildarî Covid-19 semînerek hate dayîn
Li Qamişloyê têkildarî Covid-19 semînerek hate dayîn
25 adar, 2021   17:11
QAMIŞLO

Semîner li Hola Merry Land a li bajarê Qamişl bi beşdarbûna, endamên Yekitiya Jinên Suryan, Kongreya Star, jinên partiyên siyasî, Mala Eşturut û endamên Desteya Tenduristiyê hate dayîn.

Semîner ji aliyê Dr. Pedro San Jose ve yê ji Spanyayê  hate dayîn.

Pedro San Jose behsa xeteriyên vîrusa koronayê û çawaniya rêgirtina li pêşiya wê kir.

Her wiha diyar kir ku ku vîrus li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî mezin belav bûye û şênî rexne kir ku rêgeza dûrbûna civakî û girtina tedbîrên pêwîst bi cih nayînin. Dr. Jose destnîşan kir ku pêla duyemîn xetertir e û bi leztir belav dike, kesên ji 20 heta 35 sal zêdetir pê dikevin.

Dr. Pedro San Jose got: "Rêxistina Tenduristiya Cîhanê heta niha derbarê şandina terziyan ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tu gav neavêtiye, tevî ku hejmara pêketiyan zêde dibe wekî ku Desteya Tenduristiyê eşkere kiriye."

Dr.Pedro San Jose di dawiyê de banga girtina tedbîrên xweparastina ji vîrusa koronayê kir û got:"Divê dûrbûna bedenî  û lepik werin pêkanîn, dest gelek caran baş werin şûştin, mendîlan di dema kuxikê de werin bikaranîn."

ANHA