Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Çîçek Kobanê bang kir

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyê darizandina şervana YPJ'ê ya dîlgirtî Çîçek Kobanê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û banga piştgiriya Çîçek Kobanê kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Çîçek Kobanê bang kir
25 adar, 2021   16:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dîlgirtina şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê û veguhestina wê ji bo Tirkiyê da ku li wir were darizandin, li dijî tevahî pîvan û qanûnên navneteweyî ye. Her wiha hate diyarkirin ku Çîçek Kobanê welatiyeke Sûrî dema gel û xaka xwe ji êrişên hovane yên bê sedem ên dewleta Tirk diparast dîl hate girtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de bi sedan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin û bi sed hazaran ji malên xwe hatin koçberkirin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ktişta ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê pêk tînin binpêkirina peymana Cinêv a tabyet bi dîlgirtiyên şer a sala 1949'an e û wiha pê de çû: "Li dijî şervana dîlgirtî kiryarên hovane û dermirovî pêk anîn. Ev sûc bi wêne û dîmenên çeteyan ku li ser medyaya civakî hatibû parvekirin, hate belgekirin. Her wiha xaleke şerm li rûyê mirovahiyê ye. Dewleta Tirk ji dîlgirtina wê têr nebû, ji ber ku Çîçek Kobanê birîndar bû û nêzîkatiyên nebaş li hemberî wê dikirin, dîsa ew veguhestin Tirkiyê da ku li wir were darizandin, bi vê yekê hemû qanûnên navneteweyî yên mirovî, qanûnên mafên mirovan û hemû qanûnên têkildar bin pê dikin."

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin û wiha bi dawî kir: "Ev sûc dighêjin asta sûcên şer û sûcên der mirovî, em bang li civaka navneteweyî bi hemû deste û saziyên wê dikin ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û binpêkirinên mafên mirovan ku dewleta Tirk li Tirkiyê û derveyê wî pêk tînin bi dawî bikin. Her wiha em bang serbestberdana Çîçek Kobanê û vegerandina wê li erdê wê li gorî qanûn û urfên navneteweyî yên mafên mirovan dikin. Dîsa em bang li rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl û hemû kesên bi rûmet û parêzvanên mafên mirovan dikin ku piştgiriyê bidin şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê ya  li şûna tevahî mirovahiyê li hemberî hêzên herî tarî û rêxistinên tundraw yên DAIŞ'ê şer kir."

ANHA