​​​​​​​Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê tavilê hevdîtin bi Rêbertî re bê kirin

Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê sabotekirina hevdîtina rêber Abdullah Ocalan bang li gelê herêmê kir ku çalakiyên xwe xurtirîn bikin.

​​​​​​​Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê tavilê hevdîtin bi Rêbertî re bê kirin
25 adar, 2021   16:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser medya civakê derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana rêber Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Îro Mehmet Ocalan, li Edliyeya Rihayê bi telefonê birayê xwe rêber Abdullah Ocalan re axivî. Di dema hevdîtinê de telefon qut bû. Mehmet Ocalan derbarî sabotekirina hevdîtinê re anî ziman ku fikarên wan zêde bûn.

Derbarê bûyerê de Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA’ yê re diyar kir ku ev hevîditina 3 deqayan têrê nasîna rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan nake û divê tavilê hevdîtin bê kirin.

BANGA XURTKIRINA ÇALAKIYAN

Piştî idîaya cidî derbarê jiyan û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan derket holê hevdîtina bi çend deqeyan pêk hat têrî nasîna rewşa wî nake, komîteyê gotin ku divê yekser malbat û parêzer Rêber Abdullah Ocalan bibînin, ev li dijî hiqûqê ye. Komîte bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku çalakiyên xwe xutrtir bikin.

ANHA