'Darizandina Çîçek Kobanê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye'

Cezayê mûebedê ku dadegeha dewleta Tirk li şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê biriye hate şermezarkirin. Hete gotin ev biryar li dijî qanûnên navneteweyî û lihevkirinîn Cinêvê ye.

'Darizandina Çîçek Kobanê, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye'
25 adar, 2021   15:28
NAVEDNA NÛÇEYAN

Dadegeha dewleta Tirk cezayê girankirî ya mûebedê li şervana YPJ Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) birî.

Şervana YPJ'ê Çîçek Kobanê di 21'ê Cotmeha 2019'an de li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê birîndar bûbû û ji aliyê çeteyên dewleta Tirka  dagirker ve dîl hatibû girtin, çeteyan ew revandin Tirkiyê.

Ji bo şermezarkirina cezayê muebedê, Yekitiya Parêzerên herêma Efrîn, jinên Meclisa kantona Efrîn, Rêveberiya Jinan a Reqayê daxuyanî dan û hate gotin ku dadgehkirina Çîçek Kobanê li dewleta Tirk binpêkirina qanûna navneteweyî ye.

DAXUYANIYA YEKITIYA PARÊZERAN

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/7wE7R7CP7xE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan hiqûqnasên herêma Efrînê li pêş avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li gundê Til Sosin ê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên şervan Çîçek Kobanê hildan.

Endamên Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê daxuyanî bi erebî û kurdî xwendin, Mistefa Kulek bi erebî û Roşîn Hido bi kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tevahî şêweyan sûcan li dijî şêniyên herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin, bi taybet li dijî gelê Kurd. Ev sûc êdî sûcên şer, sûcên komkujî û sûcên dermirovî ne. Ev yek di raporên komîteyên navneteweyî de hatin piştrastkirin, jê jî komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya girêdayî Sûriyê.

Dewleta Tirk a dagirker bi sûcên li xakên dagirkirî yên Sûriyê têrê nekirin, lê belê revandin veguhastin û li pêş dadgehên dewleta Tirk darizandin. Bi wê re Human Rights Watch (HRW) raporek weşand, di raporê de veguhastina dewleta Tirk a dagirker a 63 revandiyên ji şêniyên Serêkaniyê ber bi Tirkiyê ve û darizandina li gorî qanûnên dewleta Tirk û birîna cezayên bêserûber li dijî wan, hat tawanbarkirin.

Ya herî dawî, dadgeha cinayetê ya Tirkiyê li dijî şervan Çîçek Kobanê cezayê muebed birî. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di dema êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de Çîçek Kobanê dîl girtibûn.

Sûca dewleta Tirk a veguhastina revandî û dîlgirtiyan û darizandina li pêş dadgehên dewleta Tirk, binpêkirina qanîna nanveteweyî û mirovî ye û li dijî rêgezên peymanên Cinêva 4 a 1949’an û protokolên wê yên 1977’an û peymana Cinêvê 3 ya taybet bi danûstandina bi dîlgirtiyên şer re û bi taybet madeya 4’an e. Her wiha şervan Çîçek Kobanê jî dîlgirtiyê şer e.

Em Yekitiya Parêzeran a herêma Efrînê bang li Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û cezayê ku dadgeha Tirkiyê beriye betal bikin û şervan Çîçek Kobanê wek dîlgirtiyê şer bihesibînin. Em bang li hikumeta Şamê dikin dest tê werdin û şervan Çîçek Kobanê ji ber ji şêniyên Komara Sûriyê ye, bixwazin."

JİNÊN EFRÎN Û REQAYÊ: DARİZANDİNA ÇÎÇEK KOBANÊ BİNPÊKİRİNA QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/3JFu2NUMlGI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî mijarê, jinên Meclisa kantona Efrînê û endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê du daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya jinên Efrînê li qada kampa Serdemê ji hêla du endamên Meclisa kantona Efrînê ve hate xwendin, Leyla Heftaro bi kurdî û Xatûn Sultan bi erebî daxuyanî xwendin.

Li Reqayê jî endama Nivîsgeha Perwerdê ya Jin Xewed Îsa daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Jinan a Reqayê xwend.

Di her du daxuyaniyan de, jinan cezayê ku dadgeha dewleta Tirk li dijî Çîçek Kobanê biriye şermezar kir û eşkere kir ku ev yek binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk rawestînin û piştrast kir ku Çîçek Kobanê, welatiya Sûriyê ye û parastina xaka xwe li dijî dagirkeran dikir.

(fr)

ANHA