Hevdîtina bi telefonê bi rêber Abdullah Ocalan re pêk hat- HATE NÛKIRIN

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku hevdîtinek pir kin a telefonê bi miwekîlê wan rêber Abdullah Ocalan re pêk hatiye.

Hevdîtina bi telefonê bi rêber Abdullah Ocalan re pêk hat- HATE NÛKIRIN
25 adar, 2021   14:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser medya civakê derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana rêber Abdullah Ocalan de hin îdia hatibûn belavkirin. Li ser vê yekê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatê bi daxwaza “hevdîtina lezgîn” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand ku bi Ocalan re hevdîtin pêk hatiye. Buroyê got Mehmet Ocalan çû Edliya Rihayê û bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

"Dozgeriyê gazî malbatên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş kirine ku bi telefonê bi muwekîlên me re biaxivin. Birêz Ocalan gava bi birayê xwe re axivî, di demeke kurt de telefon qut bû û piştî vê hevdîtin dewam nekir. Hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî kurt dewam kir. Birêz Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî şert û mercên tecrîdê şermezar kirin û ji ber vê hevdîtina bi telefonê qebûl nekirin."