Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn

Mehmet Ocalan ku bi telefonê bi birayê xwe rêber Abdullah Ocalan re axivî, got: "Hevdîtin hat sabotekirin. Fikarên me zêde bûn. "

Mehmet Ocalan: Hevdîtin hat sabotekirin, fikarên me zêde bûn
25 adar, 2021   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Mehmet Ocalan, îro li Edliyeya Rihayê bi telefonê bi birayê xwe rêber Abdullah Ocalan re axivî. Di dema hevdîtinê de telefon qut bû.

Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtin bi rêya telefonê bi MA'yê axivî. Bira Ocalan, destnîşan kir ku hevdîtin hatiye sabotekirin û ji ber vê fikarên wan zde bûne.

Mehmet Ocalan got: "Ma hevdîtin û 4-5 deqeyan be? Tiştekî baş ku mirov bibêje tune ye. Me nikaribû biaxive. Fikarên me zêde bûn."