Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Îro Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kes bi koronayê (Covid-19) mirine û 86 kesên din pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
25 adar, 2021   12:05

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa daxuyand ku kesên jiyana xwe ji dest daye, zilamek û jinek ji Qamişloyê û zilamekî ji Hesekê ne.

Mistefa piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 86 nexweşên din ên koronayê hatine tesbîtkirin ku 45 zilam û 41 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 18
Qamişlo: 30
Dêrik: 14
Dirbêsiyê: 4
Til Temir: 1
Reqa: 11
Dêrazor: 7
Şehba: 1

Mistefa her wiha diyar kir ku 5 nexweş jî baş bûne.

Bi van daneyan, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 hezar û 383 kes bi koronayê ketine, ji wan 364 kesan jiyana xwe ji dest daye.

(cx)