Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr: Em nahêlin mafên me bi îmzeya mêrekî bên desteserkirin

“Pêkneanîna vê peymanê tê wê wateyê ku şîdeta li ser jinan tê rewakirin.”

Parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr: Em nahêlin mafên me bi îmzeya mêrekî bên desteserkirin
25 adar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr diyar kir ku li Tirkiyê du faktorên sereke yên li dijî desthilatê Kurd û jin in û armanca vekişîna hikumeta AKP-MHP'ê ji Peymana Stenbolê ew e ku bi veguherandina desthilatê re polîtîkayeke bi temamî dijminê jinan pêk bînin.

Parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê, ji ANHA'yê re nirxand.

Peymana Pêşîlêgirtin û Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Konseya Ewropayê ku ji ber ku li Stenbolê hate îmzekirin, di qada navneteweyî de wek 'Peymana Stenbolê' tê zanîn, 20’ê Adarê bi biryareke serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, hate rakirin.

Tirkiye yekemîn welat bû ku Peymanê Stenbolê îmze kir û pejirand ku di sala 2011’an de hatibû qebûlkirin. Ev peyman di sala 2014’an de bi erêkirina 10 welatan pêk hat û heta Tîrmeha 2019’an ji aliyê 34 dewletan û Yekitiya Ewropayê ve hate erêkirin.

Biryara serokkomarê Tirk û vekişîna ji Peymana Stenbolê, li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û qada navneteweyî rastî bertekan tê.

‘PEYMAN BI ÎMZEYA ERDOGAN NÎVÊ ŞEVÊ HATE BETALKIRIN’

Peymana Stenbolê ji bo jinan tê çi wateyê? Destkeftiyên ku bi dest ve tîne, çi ne?

Peymana Stenbolê, ji bo pêşîgirtina li her şêwe şîdeta li jinê, parastina jinê ji her şêwe şîdetê, darizandin, darizandin û cezakirina sûcdarên şîdeta li ser jinan, konvansiyoneke bi baldarî tê amadekirin. Di peymanê de her cûre şîdeta li dijî jinan, tûndûtûjiya psîkolojîk, sekinandina domdar, tundûtujiya fîzîkî, tecawiz, zewaca bi zorê, sinetkirina jinan, kurtajên bi zorê, sterilkirina bi zorê, destdirêjî û destdirêjî hene. Lewma ev peyman ji bo dawîanîna li şîdeta mêr nexşeyeke mezin a rê vedike. Ji we re dibêje ku li dijî şîdetê gav bi gav têkoşîna sîstematîk çawa bê avakirin. Bi pêkanîna peymanê re wê şîdeta li ser jinan kêm bibe û ceza zêde bibin û şîdet bi temamî tine bibe. Lê mixabin tevî ku ji sala 2014 'an û vir ve di nava zordariyê de ye jî bi cih nehatiye anîn. Lê belê jin hatin îstîsmarkirin, kuştin, destdirêjî û destavêtina zayendî li jinan hate kirin. Di vegerê de zilamên tund rê li ber wan vekir û dozên li dijî wan hatin vekirn bêcezatî bi encam bû. Şîdeta li ser jinan her roj zêde bûye. Ji bo ku ev pêvajo tev bene bibcihanîn, me ji bo Peyamna Stenbolê israr kir lê nehate bicihkirin. Bi ser de jî nîcê şevekê ji nişka ve hate feshkirin.

‘AKP-MHP SIYASETÊN DIJMINÊ JINAN DIMEŞÎNIN’

Armanca desthilata AKP-MHP'ê ji betalkirina Peymana Stenbolê çi bû?

Li Tirkiyê du alî li dijî desthilatê refleksa herî baş bi pêş bixin û muxalefetê xurt dikin. Yek ji wan Kurd in û ya din jî jin in. Tifaqa AKP-MHP'ê ji van her du aliyan ditirse. Ji bo desthilata xwe bidomîne, bi daraz, medya û mîlîtarîzma xwe li ser van her du aliyan her cure zext û zordariyê dike. Ji ber vê yekê, şevekê doza girtina HDP'ê tê vekirin û şeva din jî Peymangeha Stenbolê tê betalkirin. AKP-MHP bi veguherandina desthilatdê ku berhema zîhniyeta serdestiya mêran e, polîtîkayeke bi temamî dijminane dimeşîne. Hewl dide jinan mehkûmî mitbexê bike. Bi vî rengî hewl dide mîsyona jinan a muxalefetê tune bike.

Her gaveke ku niha li Tirkiyê ji aliyê hikumetê ve tê avêtin, tenê armanceke xwe heye; dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe.

'DEWLET XWE DISPÊRE BEYANA KARMENDAN, NE KU YA JINAN'

Vekişîna ji Peymana Stenbolê dê encamên çawa bi xwe re bîne?

AKP destpêkê cezayên xwe yên ku kirine kevneşopî, di nava civakê de bi cih dike û dûre bi darazê hewl dide rewa bike. Di salên dawîn de cînayetên jinan û bêcezamayîna kiryaran ku hema hema her roj di rojevê de ne û şîdeta li ser jinan zêde bûye.

Gelek bûyerên destdirêjî û destavêtina li jinan ji aliyê gardiyanên ewlekariyê ve, hatine belgekirin. Bi taybetî li Kurdistanê di encama polîtîkayên ewlekariyê de destdirêjiya cerdevanan a li dijî jinan zêde dibe. Bi vî rengî dewlet li ser esasê beyana karmendên xwe, ne ku beyana jinan, bi destê xwe, xwe diparêze.

Pêkneanîna vê peymanê û jinavbirina wê, tê vê wateyê ku şîdeta li ser jinan tê rewakirin û hiqûq tenê ji aliyê mêran ve tê diyarkirin.

Bi gotineke din, em dikarin bibêjin ku şîdeta li ser jinan hatiye rewakirin, di şeva ku Peymana Stenbolê hat rakirin de, li ser medyaya civakî kampanyayên pîrozkirinê dest pê kirin. Ev yek nîşaneke zelal e ku şîdeta li ser jinan polîtîkayeke îdeolojîk e û bi awayekî sîstematîk ji aliyê hiqûqê ve tê destekkirin.

Çanda şîdeta li ser jinan bi pêş ketiye û bi netewedewletê re bûye qada siyasî.  Ev şîdet di dema netewedewletê de ji aliyê hiqûqê ve hat destekkirin û hemû şêweyên destdirêjî û destavêtinê rewa kirin. Li hemberî vê pergalê, jinan di tevahiya dîroka netewedewletê de li dijî desthilata mêran şer kir û ji bo destkeftiyên xwe yên di vê pêvajoyê de misoger bikin, peyman hatin amadekirin. Tirkiye yek ji îmzekarên destpêkê yên Peymana Stenbolê bû.

Lê belê peyman pratîze nekirin, di pratîkê de şîdeta li ser jinan dewam kir. Her ku diçe şîdeta li ser jinan li hemû qadên jiyanê zêde dibe. Li ku derê qezenceke jinan hebe, ji aliyê hikumetê ve tê desteserkirin. Sîstema hevserokatiyê ya ku me xistin nava sîstema rêveberiyê, her carê ji aliyê hikumetê ve hat krîmînalîzekirin û hewl dan siyaseta jinan bê tesfiyekirin. Her wiha her tim jinên ku ji ber pandemiyê ji kar hatine dûrxistin, jinên ku di demên krîza aborî de ji kar hatine dûrxistin û jin her tim bi heqdestên kêm dixebitin.

Koçberiya bi darê zorê, şer û pevçûnan her tim herî zêde bandor li jinan kiriye.

Zextên hikumetê yên li ser jinan eşkere ne, bi taybetî jî bi guhertina rejîma li Tirkiyê re di van salên dawîn de şîdeta li ser jinan ji sedî 1400 zêde bûye.

Di van şert û mercan de betalkirina peymanê di nîvê şevê de bi îmzeya zilamekî, xespkirina mafê jiyanê yê jinan e.

Hûn daxuyaniya wezîrê karên hundir ê Tirk Suleyman Soylu çawa dinirxînin ku digot Tirkiye dewleteke serwer e, dikare peymanê îmze bike yan jî xwe ji peymanê vekişîne?

Soylû bi vê gotinê eşkere kir ku serweriya xwe li ser şîdeta li dijî jinan ava kiriye. Bi vê yekê feraseta wan diyar dibe ku ew li dijî jinan e. Wek jin em nikarin vê ferasetê qebûl bikin û rewa bibînin.

'QADÊN NEWROZÊ BÛN BERSIVA DESTHILATA AKP'Ê’

Li hemberî vê biryarê dê bertekên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê çawa bin?

Min di destpêkê de jî anî ser ziman; li Tirkiyê jin bi saya birêxistinbûna xwe hêza xurt a muxalefetê ne, jin li hemû qadan têkoşîna xwe didomînin û dê bidomînin jî.

Polîtîkayên dijminane yên li hemberî jinan ên hikumetê, nîşan didin bê ka çi qasî asê mane. Jin dê tu carî dest ji têkoşîna li dijî serdestiya mêran bernedin û têkoşîna jinan dê li her derê bidome. Her êrişeke li ser me, dê hêza me ya birêxistinkirî zêdetir û geştir bike.

Tevgera jinên Kurd di roja me ya îro de aliyê herî xurt e, li hemberî polîtîkayên dewletê yên dijminê jinan û êrişên hikumetê yên li hemberî Kurdan, jinên Kurd tu carî serê xwe natewînin.

Piştî wê jî dê pir bi hêztir bin. Mînaka vê ya herî nêz jî dagirtina qadên Newrozê bi deng û rengê jinan di Newroza 2021’an de bû û ji bo hikumeta AKP'ê ku mafên jinan desteser dike, bû bersiva herî baş.

Em ê tu carî nehêlin ku bi îmzeya mêrekî mafên me bên desteserkirin.

ANHA