‛Tirkiyê dixwaze gel fêrî nebûyîna Rêber Ocalan bike'

Jinên siyasetmedar diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hêza ku gel ji rêber Abdullah Ocalan werdigire, têk bibe, fêrî nebûyina Rêber Ocalan bike û bang li rêxistinên hiqûqî û komîteyên têkildarî mafên girtiyan kir ku serdana rêber Ocalan bikin.

‛Tirkiyê dixwaze gel fêrî nebûyîna Rêber Ocalan bike'
25 adar, 2021   05:15
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Desthilatên Tirkiyê li dijî rêberê gelan rêber Abdullah Ocalan ku ji 1999’an heta roja îro bi bihaneyan derew di girtîgeha bi tenê de ye, tecrîdê girantir dike, armanca desthilatên Tirkiyê ji vê yekê dûrxistina gel ji rêbertî ye.

Beriya çend rojan kolana kurdî li çar parçeyên Kurdistanê li ser paşxaneya belavkirina hin dezgehên çapemeniyê yên tirkî idîayên li ser nebaşiya tenduristiya rêber Abdullah Ocalan, serî hilda.

Girêdayî mijarê, siyasetmedarên jin ên kantona Qamişlo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji kevn de bi sûcên xwe yên bêserûber û sûcên li dijî mafên mirovan tê nasîn.

‛SIYASETA DEWLETA TIRK, DÊ BI XWE RE GELEK XETERIYAN BÎNE’

/kr/uploads/files/2021/03/24/201221_-large.webp

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Erîfe Bekir metirsiya xwe li ser israra desthilatên Tirk a qedexekirina hevdîtina malbata rêbertî û parêzerên wî bi wî re anî ziman û da zanîn ku siyaseta ku dewleta Tirk pêk tîne dê bi xwe re gelek xeteriyan bîne.

Erîfe Bekir wiha got: "Ji demeke dirêj ve, tu agahî li ser rewşa tenduristî ya rêbertî bi dest neketine û bi rêya dezgehên çepemeniyê yên tirkî di vê dawiyê de hat belavkirin ku rewşa rêbertî ne arama e û wê yekê jî nakokî û xof çêkir."

Erîfe Bekir diyar kir ku bawerî bi dewleta Tirk a dagirker nabe, ew dijminê gelê Kurd e, komplo li dijî rêber Ocalan pêk anî û li dijî gelê kurd komplo berdewam e.

Der barê însiyatîf, çalakî û bangên ji bo azadiya rêber Ocalan ji hêla gelek kesayetên serbixwe û rêxistinên cihêreng ên li hundir û derve ve ji bo bidawîkirina tecrîdê de, Erîfe Bekir wiha domand: "Tevahî dizanin ku kilîta azadî û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn di destê rêber Ocalan de ye."

Erîfe Bekir bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û komîteya navneteweyî ya mafên girtiyên siyasî û aliyên pêywendîdar ên mafên mirovan û CPT’yê kir ku yekser serdana rêber Ocalan bikin û daxuyaniyan têkildarî wê bidin.

Erîfe Bekir bang li jinên siyasetmedar û hiqûqnas ên serbixwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hundirê Sûriyê kir, her wiha bang li jinên rêxistinan û tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku dakevin qadan û banga azadiya rêber Ocalan bikin.

Erîfe Bekir wiha gotina xwe bi dawî kir: "Berdewama komployê û tecrîda girankirî ya bi hevkariya dewletan, şermeke mezin e."

‛TIRKIYÊ SÛCÊN DERMIROVÎ BERDEWAM DIKE’

/kr/uploads/files/2021/03/24/201242_-large.webp

Girêdayî mijarê, Endama Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanî-Rojava (KNK-Rojava)Derya Remedan wiha got: "Idîayên dewleta Tirk li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Ocalan bi armanca şikandina vîna gelê Kurd û têkbirina moralên wî ye, bi taybet piştî serkeftinên ku HPG’ê li Garê bi dest xistine."

Derya Remedan wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk li dijî rêber Ocalan weke qanûn û mîsaqên navneteweyî bin pê dike û nahêle malbat û parêzerên wî serlêdana wî bikin. Ji lew re divê aliyên pêywendîdar bi mafên girtiyan qanûnan bi pratîkî pêk bînin."

Derya Remedan pirs kir ku rêber Ocalan ji 20 salan ve girtiye, çima dewlet der barê sûcên li dijî wî de bê deng in?

Derya Remedan destnîşan kir ku gelê Kurd bi taybet şêniyên Rojavayê Kurdistanê hêz û moralên xwe ji rêber Ocalan werdigirin, ji lew re dewleta Tirk bi van idîayan dixweze vîna wî bişikîne.

Derya Remedan li dawiyê bang li NY’yê, dadgeha navneteweyî, saziyên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên mirovî û hiqûqî rabin û ji bêdengiya xwe li hember rêber Ocaln ku hewl dide tevahî gelên Rojhilata Navîn mafên xwe bi dest bixin û bi aştî bijîn, derkevin.

(fr)

ANHA