Ji bo şopandina rewşa avê li Hesekê Xaça Sor a Navneteweyî serdana Gerînendetiya Avê kir

Îro şaneyek Xaça Sor a Navneteweyî bi armanca şopandina xebatên ku ji şêniyên kantona Hesekê re pêşkêş kirine û naskirina rewşa avê li kantonê, serdana Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê kir. Her wiha piştrast kir ku ew hewl didin stasyona Elok biparêzin ji ber ku ji bo bajarê Hesekê damarê avê yê sereke ye.

Ji bo şopandina rewşa avê li Hesekê Xaça Sor a Navneteweyî serdana Gerînendetiya Avê kir
Ji bo şopandina rewşa avê li Hesekê Xaça Sor a Navneteweyî serdana Gerînendetiya Avê kir
Ji bo şopandina rewşa avê li Hesekê Xaça Sor a Navneteweyî serdana Gerînendetiya Avê kir
Ji bo şopandina rewşa avê li Hesekê Xaça Sor a Navneteweyî serdana Gerînendetiya Avê kir
Ji bo şopandina rewşa avê li Hesekê Xaça Sor a Navneteweyî serdana Gerînendetiya Avê kir
24 adar, 2021   18:14
HESEKÊ-HENAR IBRAHÎM

Şande ji serokê Komîteyê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer, serokê şandeya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Philip Shabouri, cîgirê serokê şandeya komîteyê şaxê Hesekê Walter Gross, şêwirmendê serokatiya komîteyê Mihemed Basil El-Mecid, şêwirmenda serokê komîteyê Claire Cameron, berpirsa dosyaya deh salan a nakokiyan û şêwirmenda ragihandinê ya komîteyê Hecce Kemar pêk hat.

Hevseroka Gerînendetiya Avê Nîdal Mehmûd û Sozdar Ehmed û hevseroka Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan Macîde Emîn şandeya Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî pêşwazî kir.

Mehmûd azarên şêniyan ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şîrove kirin.

Her wiha daxuyaniyeke şêniyên Hesekê ku behsa azarên xwe ji ber qutbûna ava dikin ji dema dagirkirina bajarê Serêkaniyê û stasyona Elok ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyê ve ji şandeyê re pêşkêş kir. Ji aliyê xwe şandeyê di nava gerînendetiyê de geriya û makenîzmeyên herikandina avê ji bo taxa Ezîziyê şopand.

Têkildarî mijarê, hevserokê Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê Nîdal Mehmûd got: “Şande ji bo şopandina rewşa avê li bajarê Hesekê û qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve serdana gerînendetiyê kir.”

Mehmûd wiha domand: “Birêz Peter Maurer piştrast kir ku ew hewl didin stasyonê ji êrişan biparêzin ji ber ku ji bo bajarê Hesekê damara avê ya sereke ye.”

Mehmûd da xuyakirin ku Maurer gotiye aliyê Tirk idîa dike ku av ji ber pirsgirêkên teknîkî hatiye qutkirin û wiha pê de çû: “Wek Rêveberiya Xweser me tevahiya belgeyên pêwîst pêşkêşî şandeyê kirin ku îsbat dikin ku av ji stasyona Elok û çemê Firatê hatiye qutkirin û hewl didin wê wek kaxizeke siyasî bi kar bînin da ku zextê li herêmê bkin.”

Her wiha Mehmûd da zanîn ku serokê komîteyê Peter Maurer diyar kiriye ku belavbûna pandemiya koronayê û qutkirina avê bi xwe qirkirinek e.

Mehmûd di dawiyê de ev yek xuya kir: “Me ji komîteyê xwest ku stasyon ne di destê tu hêzekê de be. Bila ala Xaça Sor li ser daliqînin da ku av bigihêje şêniyan.”

(şx)

ANHA