Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê 48 şehîdên mehên Adarê û Sibatê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê 48 şehîdên ji navçeyê yên ku di Adar û Sibatê de şehîd ketine bi merasîmekê bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê 48 şehîdên mehên Adarê û Sibatê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê 48 şehîdên mehên Adarê û Sibatê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê 48 şehîdên mehên Adarê û Sibatê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê 48 şehîdên mehên Adarê û Sibatê bi bîr anîn
24 adar, 2021   16:13
HESEKÊ

Merasîm li hola Azadî ya navçeya Şedadê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zehra Ehmed navên şehîdên herêmê yên ku di mehên Adarê û Sibatê de şehîd ketine xwend.

/ar/uploads/files/2021/03/24/145721_awdh-alhyby.webp

Dûvre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Şedadê Ewde El-Lehîbî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

El-Lehîbî destnîşan kir ku şehîdan ji bo pêkanîna azadiyê û jiyana bi rûmet ji gelên xwe re canê xwe feda kirin û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, azad û nenavendî amade ne şehîd bikevin.

/ar/uploads/files/2021/03/24/145739_najy-alnjwm.webp

Têkildarî heman mijarê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Nacî El-Nicûm axivî û got: “Şehîd sax in namirin. Jiyana bi rûmet a ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, bi saya berdêlên şehîdan û wêrekiya wan e.” ".

El-Nicûm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hîn jî êrişî herêmê dike, ji ber vê yekê divê ew xwedî li şehîdan derkevin, parastina erd û destkeftiyên şoreşê bikin. Di heman demê de ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî divê pêkhate hevgirtî bin.

Merasîm bi berzkirina sloganên"Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA