Cotkar ji xerabûna mewsima avî metirsîdar in, Komîteya Çandiniyê jî tedbîran digire

Cotkarên navçeya Şedadê gotin ew ji ber derengmayîna barîna baranê metirsîdar in ku mewisa çandiniyê ya avî telef bibe. ji aliyekî din ve Komîteya Çandiniyê ji bo ku alîkariya cotkaran bike tedbîrên lezgîn girtin.

Cotkar ji xerabûna mewsima avî metirsîdar in, Komîteya Çandiniyê jî tedbîran digire
24 adar, 2021   08:51
HESEKÊ-BESIM EL-DEXÎL

Ji ber ku derengmayîna barîna baranê rûberên mezin ji çandiniyê bejî telef bûn û hişk bûn. Ji ber wê cotkarên herêmê bang li komîteyên çandiniyê û gerînendetiya avê dikin ku bendava çemê Xebûrê vekin da ku zirar bi hilberînên avî yên li ser dirêjahiya beravên çemê hatine çandin, neyên.

/ar/uploads/files/2021/03/24/084248_mkhawf-mzarayn-mn-tlf-almwsm-alzraay-28329.webp

Cotkarê bi navê Ewde Mihemed ê ji gundewarê Şedadê got, cotkarên li ser dirêjahiya beravên çemê Xebûr niha xwe dispêrin çalên ku avê di hundirê çem de depo dikin, lê ev têra avdana devereke biçûk nake û li wê derê jeneratora çandiniyê zêdetirî saetekê naxebite û çal zuha dibe.

/ar/uploads/files/2021/03/24/084229_awdh-almhmd.webp

Her wiha destnîşan kir ku xwediyên jeneratoran sirayeke ji bo avdanê amade kiriye. Her cotkarek dikare rûbereke biçûk ji zeviya xwe av bide. Mihemed got, ev miqdar gelek kêm e û têrê nake, nemaze ku îsal baran kêm e.

Mihemed diyar kir ku ji ber kêmbûna avê gelek hilberîn mîna sebze, genim û gelek cureyên din telef bûne.

/ar/uploads/files/2021/03/24/084211_abd-alhmyd-mhmd.webp

Mihemed bang li Komîteya Çandiniyê û Gerînendetiya Avê kir ku ava bendava Xebûrê vekin, da ku rûberên mayî ji navçeya Erîşe li başûrê Hesekê heta bigihêje navçeya Siwer li Dêrazorê ji telefbûnê xilas bikin.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê Ebdulhemîd Mihemed têkildarî vê mijarê got: “Ji ber zuhabûnê û derengmayîna barîna baranê, zeviyên bejî telef bûn. Em hewl didin plansaziyên bi rêk û pêk deynin da ku rê li pêşiya telefbûna zeviyên avî li ser dirêjahiya beravên çemê Xabûr bigirin.”

Ebdulhemîd Mihemed xuya kir ku komîteyê wek girtekeke lezgîn beşa sêyemîn a parên çandiniyê pêşkêş Sadkopê kiriye da ku beriya 25`ê Adarê wê belav bike û deriyê bendavê veke ji bo zevî werin avdan.

Li gorî Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya navçeya Şedadê rûberên zeviyên avî li ser dirêjahiya beravên çemê Xabûr 40 hezar donimî derbas dike di nav de genim û ceh hene.

Piraniya cotkarên herêmê êdî bi rêya toreyên kanalîzasyonê ku dikevin nav ava çem piraniya zeviyên xwe av didin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/P3xaTzdyJfs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>