Cenazeyên çeteyên dewleta Tirk hîna jî li arazî ne

Şervanên QSD`ê li gundên Seyda û Mielek ên Eyn Îsayê, bersivên tund dabû êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirk, di encamê de 37 çete hatibûn kuştin. Cenazeyên çeteyan heta niha jî di bin kontrola şervanan de ne.

 Cenazeyên çeteyên dewleta Tirk hîna jî li arazî ne
24 adar, 2021   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ji ANHA`yê re ragihandin ku di navbera 18 û 20`ê Adarê de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Seyda û Mielek ên bakur rojavayê Eyn Îsayê kirin.

Şervanên QSD`ê di çarçoveya parastina rewa de berisvên tund da û êrişên çeteyan têk bir.

Li gorî heman çavkaniyan, di bersivdayîna şervanên QSD`ê de 37 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyan heta niha jî di bin kontrol şervanan de ne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zds4BHCAyjs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>