​​​​​​​Amadekariyên Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol

Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê dê di 27’ê vê Adarê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê bike.

​​​​​​​Amadekariyên Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol
24 adar, 2021   05:19
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Navê mîhrîcanê ji navê şanogerê Kurd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) hatiye. Yekta Herekol 27’ê Adara 2004’an di Roja Cîhanê ya Şanoyê de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî gelê Kurd çalakiyeke fedayî pêk anî.

Şehîd Yekta Herekol li Qada Sedellah El-Cabirî ya Helebê, piştî pêşandana şanoyê, agir bi canê xwe xist.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê amadekariya çalakiyên xwe yên şanoyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku ev nêzî 4 meh in dewam kir, "Qêrîna Waşûkanî" diruşma mîhrîcana 5’an e.

AMADEKARÎ BI DAWÎ BÛN

Komîteya amadekarî ya mîhrîcanê ji 4 endaman pêk tê. Komîteyê piştî kedeke dirêj a amadekariyan, komîteya nirxandinê, şopandinê û temaşekirinê ya ji bo hilbijartina şanoyan ava kirin.

Komîteya nirxandinê ji gelek akademisyen û pisporên girêdayî şanoyê pêk tê, komîteya temaşekirinê ji 5 endaman pêk tê û komîteya şopandinê jî ji 4 endaman pêk tê.

Li gorî wê komîteya temaşekirinê, ji 23 şanoyan 12 şano hilbijart, 9 şano li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şanoyek li ser asta Başûrê Kurdistanê, yek li ser asta Bakurê Kurdistanê û yek jî li ser asta Rojhilatê Kurdistanê ye.

Têkildarî naveroka şanoyan, Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol, Ferhad Bîlal wiha got: "Komîteya temaşekirinê ya ku ji bo erka hilbijartina şanoyan hatiye avakirin, şanoyên bi mijarên cûda hilbijart ku dê di mîhrîcana îsal de werin pêşandan."

‛JI BO KURTBÛNA DEMÊ Û PANDEMIYA KORONAYÊ, ŞANOYÊN NAVNETEWEYÎ Û SÛRIYÊ NIKARIN BEŞDAR BIBIN'

Têkildarî xebatên şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bîlal got: "Hîna jî pêdivî bi xebatên mezin û xurt hene, da ku bigihîne astên cîhanê. Lê makanîzmeya hilbijartina şanoyan di vê mîhrîcanê de xwe spart ku şano ne wek yên berê bin, anku cara yekemîn hatibin pêşandan û dema wê ne zêdetirî 15 deqeyan bin. Her wiha divêyabû komên şano yên ji Misir, Şamê û Siwêsra jî beşdar bibûna, lê ji ber kurtbûna demê û xwenegihandina van koman li herêmê di demê de û pandemiya vîrusa Koronayê, wan koman lêborîna nebaşdarbûnê xwest."

‛DAGIRKIRINA EFRÎNÊ NEHIŞT MÎHRÎCAN LI DAR BIKEVE’

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê du salan li dar neket, carekê dema êriş û dagirkirina bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bû, ku tê de YPJ û YPG’ê di 58 rojan de destanên qehremantiyê nivîsandin.

Piştre jî di 2020’an de dema pandemiya vîrusa Koronayê ku li tevahî welatên cîhanê belav bûye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bandor bûye, pêk nehat.

ÇIMA "QÊRÎNA WAŞÛKANÎ"?

Îsal Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê bi diruşma"Qêrîna Waşûkanî" ye, ew diruşme jî ji bo bîranîna tevahî şehîdên ku canê xwe di berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker a li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî daye de, ye.

Li Serêkaniyê û Girê Spî ji dema êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 9’ê Cotmeha 2019’an heta niha ve, li beramber sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.

GIRÎNGIYA MÎHRÎCANÊ

Girîngiya vê mîhrîcanê ew e ku balê dikişîne ser çanda Kurd û damezrandina Dibistana Hunerê ya Şanoya Kurdî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêşkêşkirina vê mîrasê ji bo nifşên nû ye.

DEM, MAKANÎZMEYA PÊŞANDAN Û XELATAN

Tê payîn ku mîhrîcan çalakiyên xwe di 27’ê vê mehê de li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, dest pêk bike. Dê çalakî bi sînevîzyonekê, piştre kurtefîlmek li ser jiyana şehîd Yekta Herekol di Roja Cîhanê ya Şanoyê de pêkêş bikin û li gel wê jî dê komên stranê beşdar bibin.

Girêdayî mijarê, endamê komîteya amadekar Ferhad Bîlal piştrast kir ku bernameya çalakiyan dê li gorî hejmara şanoyên ku werin pêşandan berdewam bikin û wiha got: "Dê her rojekê şanoyek were pêşandan, da ku derfet li pêş rexnegir û pisporan were vekirin ku nêrînên xwe nîşan bidin."

Dê li dawiya mîhrîcanê xelat ji bo şanoya biserketî werin pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HgeOQvm7R1s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>