​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD'ê Beşar Birêc li goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê veşartin.

​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
​​​​​​​Cenazeyê şehîd Beşar Birêc bi merasîmekê hate veşartin
23 adar, 2021   16:10
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kotona Hesekê, tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê cenazeyê şervanê QSD'ê Beşar Birêc (Beşar Serêkaniyê) yê ku dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê spartin axê.

Şêniyan cenaze ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristanê ve çûn.

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Salim El-Salim axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Salim got: "Şehadet ne peyvek ji rêzê ye, lê belê gelek wateyan wekî fedekarî di nav xwe de dihewîne, şehîdan ji bo xak û welatê xwe û ji bo jiyaneke aştiyane canê xwe feda kirin."

Ji fermandarên QSD'ê Omran Orkêş jî got, şehîd Beşar ji bo parastina doz û gelê xwe canê xwe feda kir û tev li kerwanên şehîdan bû, bi vê yekê bû semboleke ji sembolên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di berdewama merasîmê de, bi navê malbata şehîd Beşar, Ebdulxefûr Birêc diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in û dê xeta wî û hevalên wê bişopînin heta ku tevahî herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bikin.

Piştî axaftinan, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hindiya Bekir nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi diruşemyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA