ꞌDewleta Tirk peymanan bin pê dike, divê civaka navneteweyî erka xwe rabe'

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê hewl didin ewlehî û aşitiya li herêmê têk bibin. Şahîn got, divê civaka navneteweyî erka xwe ya exlaqî bi cih bîne û piştgiriya QSD`ê bike.

ꞌDewleta Tirk peymanan bin pê dike, divê civaka navneteweyî erka xwe rabe'
23 adar, 2021   07:15
KOBANÊ-DICLE EHMED

Di demekê de ku gelê herêmê Newrozê pîroz dike, artêşa Tirk a dagirker ji 17`ê mehê ve bi dijwarî êrişî navçeya Eyn Îsayê û gundewarê wê dike, sivîlan dike armanc, di encama topbarana êvara yekşemê de gelek şehîd û birîndar çêbûn.

Di vê der barê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got, piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk û Rûsya di 22`yê Cotmeha 2019`an de li bajarê Soçiyê peymanek ji bo agirbestê di navbera QSD'ê û dewleta Tirk de îmze kiribûn.

Mihemed Şahîn diyar kir ku QSD`ê peyman bi cih anî, lê dewleta Tirk û çeteyên wê ji roja yekemîn a peymanê ve êrişan berdewam dikin û peymana agirbestê bin pê dikin, rojane herêmên Firatê bi top, moşekan û balafirên bê pîlot dikin armanc.

Mihemed Şahîn bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker şermezar kir û ev lê zêde kir:"Dewleta Tirk rêzê ji peymanan re nagire, tevî vê yekê mixabin civaka navneteweyî, NY`yê û dewletên garantor ên wekî Rûsya û Amerîkayê yên li herêmê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, koçerkirina bi darê zorê ya ji ber topbaranê çêdibe, ku li dijî herêmên nêzî xetên eniyan pêk tê ku  di encama wê de rasterast gund û mal têne wêrankirin, bê deng in."

Şahîn  da zanîn ku êrişên li dijî Eyn Îsa û gundewarê wê li pêşiya çavên hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê yên li ser eniyên şer ên di navbera QSD`ê û artêşa  Tirk a dagirker de yên li ser rêya M4`ê pêk tên, lê çavên xwe li ser vê van êrişan digirin û li hemberî sûcên dewleta Tirk tu helwestî nîşan nade.

Şahîn ev xalên li jêr rêz kirin:"Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Newrozê pîroz dike û em êrişên dewleta Tirk a dagirker ku ji beriya çend rojan ve li dijî navçeya Eyn Îsayê û gundewarê şermezar dikin, ev êriş nameyeke dagirkeriyê ya ji gelê herêmê re ye, nexasim ji gelê Kurd re û tê de îşaretê pê dike, ku ew ê nehêle li Rojhilata Navîn gelê herêmê û gelê Kurd bi aramî, azadî û aştiyê bijîn û ew ê nehêle cejna xwe ya neteweyî pîroz bikin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn  da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide çand û dîroka gelê Kurd ji holê rake û bi hatine Newrozê re Kurdan careke din bi şer û rageşiyan ve mijûl bike û komkujiyan li dijî wan pêk bîne.

Mihemed Şahîn xîtabî dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Em ê parastina hemû destkeftiyên ku me bi dest xistine û em ê bi dest bixin, bikin, berdêl çi dibe bila bibe, em ê dev ji doz û armancên xwe bernedin û em ê agirê Newroza 2021`ê vêxin. Madam QSD`ê li eniyên Eyn Îsa efsaneyên qehremaniyê dinivsin û derbeyan li dagirkeran didin, em ê pîroz bikin. Baweriya me bi şervanên me heye ku ew ê serkeftinan pêk bînin, bi rihê berxwedanê em ê Newrozê pîroz bikin."

 Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahî di dawiyê de bang li hêzên garantor ên li herêmê û hêzên hikumeta Şamê kir  û got: "Parastina sînorê Sûriyê bikin, ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê beşek ji erda Sûriyê ye û divê ji aliyê leşkerî û siyasî ve li dijî artêşa Tirk a dagirker bisekinin, di heman demê de divê civaka navneteweyî jî bi erka xwe ya exlaqî rabe û piştgiriya QSD`ê bike, ku dema çeteyên DAIŞ`ê têk birin; bi hêztirîn hêza terorê ya li cîhanê têk birin."

(eh)

ANHA