Li gundewarê Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina mewsima sebzeyên havînê

Cotkarên gundewarê Kobanê dest bi çandina şitlan di hingaran de kirine, da ku di demsala havînê de biçînin. Lê belê restorekirina alavên çandiniyê gelek buha ne.

Li gundewarê Kobanê amadekariyên pêşwazîkirina mewsima sebzeyên havînê
23 adar, 2021   07:38
KOBANÊ

Navçeya Qinê ya rojavayê kantona Kobanê bi çandina baxçeyên havîn û zivistanê û bi giştî bi çandiniyên ku avê zêde dixwazin, tê naskirin. Ji ber ku nêzî çemê Firatê ye û ava binerd nêzî rûyê erd ye, ku bi wê yekê hawîrdorek guncew ji bo çandiniyê re peyda dike.

Her sal bi sedan hîktar zevî bi hilberînên havînê tên çandin. Zêdetirî 200 heta 300 hîktar ji erdan tên çandin. Hin salan jî mîna salên 2019 û 2020`an, ev rêje gihaşt 400 hîktarî.

Hilberîna van hîktaran zêdetirî pêwîstiya şêniyên kantonê ye ji sebzeyên havînê mîna bacanên sor û bacanên reş û cureyên din ên sebzeyan. Hilberîna zêde ji herêmên din mîna Minbic û Cizîrê re tê şandin.

Hinek cotkar bi armanca firotin û çandina baxçeyan, şitlan diçînin. Di vê derbarê de, cotkarê bi navê Yasir Ehmed El-Casim got: “Li cem min 5 hingar hene. Ez şitlan tê de diçînim û difiroşim.”

/kr/uploads/files/2021/03/23/074221_-.webp

El-Casim wiha domand: “Ez nikarim baxçeyan biçînim, ji lew re şitlan diçînim û difiroşim cotkaran.

Cotkarê bi navê Izedîn Abdullah Îsa yê ji gundê Qinê jî got: “Min şitil di 5 hingaran de çandine. Ez ê 2 ji wan di baxçeyan de biçînim û yê din bifiroşim.”

/kr/uploads/files/2021/03/23/074028_-.webp

Îsa daxuyand ku ji ber buhabûna sererastkirina jeneratoran, ew gelek zehmetiyan dikişînin û wiha lê zêde kir: “Germahiya pêwîst ji bo mezinbûna şitlan peyda nabe û zêdetirî nîvê şitlan ji ber sermayê hişk bûn.”

Omer El-Omer yê ji gundê Sehil Qumliq jî îşaret bi buhabûnê kir û got: “Jererantorek li cem min heye, ez zêdetirî 700 hezar lîreyên Sûriyê ji bo restorekirina wê didim. Lê ji bo avdana genim ez neçar im wê restore bikin.”

/kr/uploads/files/2021/03/23/074210_-.webp

Cotkarên gundewarê rojavayê kantona Kobanê her sal di vê demê de dest bi çandina baxçeyan dikin û bi rêya firotina berhemên wê, debara xwe dikin û derfetên kar ji gelek kesan re peyda dikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/blW0ILHORXg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>