QSD’ê nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Eyn Îsayê eşkere kirin

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya QSD`ê nasnameyên 2 şervanên xwe ku di berxwedana Eyn Îsayê de şehîd bûne, eşkere kirin û soza şopandina rêya wan da.

QSD’ê nasnameyên 2 şehîdên berxwedana Eyn Îsayê eşkere kirin
22 adar, 2021   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin.

Daxuyaniya QSD’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van rojên derbasbûyî de êrişên xwe li ser gundewarên navçeya Eyn Îsayê zêdetir û dijwartir kirine û gelek cureyên çekan bi kar tînin. Lê şervanên me li dijî êrişên dagirkeriya Tirk a hewldana pêşdehatin û dagirkirinê, berxwedaneke bêhempa nîşan didin û bersivên tund didin êrişan.  

Di encama bersivdana êrişên dijwar de 2 şervanên me berxwedaneke lehengane nîşan da û gihaştin asta şehadetê.

Em wek Hêzên Sûriya Domokratîk soz didin şehîdên xwe û malbatên wan ku em ê heta rizgarkirina tevahî herêmên xwe û qewitandina dagirkeran, li ser şopa wan bimeşin.”

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Navê Tevgerî: Mûrad
Nav û Paşnav: Hesen El-Îsa
Navê Dayikê: Zehra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa 19.03.2021 

****

Navê Tevgerî: Hebeş
Nav û Paşnav: Hisên Hebeş
Navê Dayikê: Sebah
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa 19.03.2021

Ev 4 meh e li navçeya Eyn Îsayê di navbera QSD’ê ku parastina herêmê dike û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ku hewl didin herêmê dagir bikin, şerekî dijwar diqewime.

ANHA