Şervanekî YBŞ'ê di encama qezayê de şehîd bû

Şervanê YBŞ’ê Xidir Hebabî duh li ser rêya Tilizêr dema ku li ser karê xwe bû, di encama qezayekê de şehîd bû.

Şervanekî YBŞ'ê di encama qezayê de şehîd bû
22 adar, 2021   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN 

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Xidir Mûrad Îdo bi nasnav Xidir Hebabî, 21'e Adarê (duh) li ser rêya Tilizêr dema diçû ser karê xwe, di encama qezayê de şehîd bûye.

YBŞ'ê diyar kir ku di demeke wiha girîng de şehadeta hevrêyê wan Xidir Hebabî windahiyek giran û destnîşan kir ku şehîd Xidir ji destpêka fermanê û vir ve ji bo rizgarkirina xelkê xwe bi erk û berpirsyariyeke mezin tev geriya û destnîşan kir ku têgihiştin, ezmûn, afirînerî û hebûna xwe bi temamî xiste bin xizmeta gelê xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li ser axa pîroz, bi çand, ol û dîrokê xwe ve girêdayî di nav berxwedana dîrokî ya Şengalê de cihê xwe girt. Hevrê Xidir di asta fermandarî de erk girtiye û heya roja xwe ya dawî jî bi awayekî serkeftî erka xwe bi cih aniye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê doza hevrêyê xwe Xidir dewam bikin, armancên wî pêk bînin û ji malbata şehîd Xidir Hebabî û tevahiya civaka êzidî û gelê Kurd re sersaxî hate xwestin.