Rêveberiya Xweser spasiya hêzên leşkerî û ewlekariyê kir

Rêveberiya Xweser spasiya QSD, HPC û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku ewlehiya gel di şahiyên Newrozê de parast. Her wiha destnîşan kir ku tevlêbûna gel ji pîrozbahiyan re îsbat dike ku giyanê berxwedanê bi ser ketiye.

Rêveberiya Xweser spasiya hêzên leşkerî û ewlekariyê kir
22 adar, 2021   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê spasiya hêzên leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku qadên Newrozê di şahiyên duh de li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin.

Rêveberiya Xweser di spasnameya xwe de got: “Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk, Hêzên Parastina Cewhrî (HPC), Yekîneyên Parastina Gel - Jin (YPG-YPJ) û saziyên sivîl û civakî yên ku bi fedekarî rolek di girtina tedbîrên parastin û disîplînê de lîst, dikin.

Ev giyanê berpirs rengvedana nirxên Newrozê ye. Şahî di şert û mercên azad û ewle de bê qeze derbas bûn.

Her wiha em spasiya şênî û gelê xwe dikin ku tev li Newrozê bûn. Tevlêbûna wan tê wateya serkeftina Newrozê û giyanê berxwedanê. Em soz didin hemûyan ku dê bi hev re berxwedanê berdewam bikin da ku serkeftin û azadiyê ji gelê xwe re pêk bînin, tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin û pêşerojeke demokratîk ava bikin.”

(şx)

ANHA