Rojnameyên erebî: Hêrsa li dijî vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê

Rojnameyên erebî îşaret pê kir ku  biryara dewleta Tirk a vekişîna ji Peymana Stanbolê hêrsek cîhanî û herêmî çêkir û îdia kir ku rewşa Lubnanê dibe ku aloztir bibe.”

Rojnameyên erebî: Hêrsa li dijî vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê
22 adar, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa rexneyên li dijî dewleta Tirk ên ji ber vekişandina ji Peymana Stenbolê, aloziya Lubnanê û aloziya siyasî ya li Tûnisê kir.

‘HÊRSA LI DIJÎ BIRYARA VEKIŞÎNA TIRKIYÊ JI PEYMANA STENBOLÊ YA TÊKILDARÎ MAFÊN JINAN’

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijarê wiha nivîsî: "Desthilata Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan rastî şermezarkirin û rexneyên navneteweyî û herêmî hat ji ber biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ya têkildarî mafên jinan. Ev yek miqdarê paşdexistina dosyaya mafên mirovan diyar dike, derî li pêşiya zêdetirîn parçebûna di nava civaka Tirkî de û qutkirina ji AKP`ê ji ber nakokiyên der barê siyaseta di vê dosyayê de, vedike.

Serokên Ewropayê ev yek rexne kir û got biryara dewleta Tirk ji vekişandina ji peymana navneteweyî ku parastina jinan ji tundiyê dike, metirsyan ava dike û bang li Erdogan kir ku vê yekê careke din di ber çavan re derbas bike.”

‘LUBNAN… CAREKE DIN HEWLDANÊN ANÎNA ŞERÊ NAVXWEYÎ’

Têkildarî aloziya jiyanî û siyasî ya li Lubnanê rojnameya El-Beyan ev tiştî nivîsand: "Diyar e ku ev hefte li Lubnanê hatiye hilbijartin ku geşedanên bi lez çêbin, him yên aborî û him jî yên îdarî. Tişta ku di demên dawîn de li welêt pêk tê, provaya ji rojên bê re ye.

Di nava bendemayîna li ser qiraxa hilweşandin û kûrkirina aloziyê tê diyarkirin ku tenê avakirina hikumeta nû dikare Lubnanê ji hilweşandinê rizgar bike.

Gelê Lubnanê li hêviya hevdîtina 18`emîn a di navbera serokkomar Mîşêl Ewn û serokwezîr de ya ji bo avakirina hikumeta ne.

Welatiyên Lubnanê jî wekî volkanekî ne ku dibe ku ji nişka ve biteqin.”

‘EL-XENÛŞÎ BANGÊN JI BO ÇARESERKIRINA PARLAMENTOYA TÛNISÊ RED DIKE’

Girêdayî aloziya di navbera El-Xenûşî û muxalîfên wî li Tûnisê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: "El-Xenûşî ku serokê tevgera El-Nehda ye, di paneleke siyasî de ku bi boneya salvegera 65`an a serxwebûna Tûnisê hate lidarxistin, got îro tu rê ji bo çareserkirina parlamentoya Tûnisê tune ne, ji bilî ku dema nikare erkên xwe pêk bîne û ev berhemên hikumetê ne.

Tevî hemû tiştên ku rêveberên tevgera El-Nehda ji rexneyên ji Hikumeta Serxwebûnê re piştî sala 1965`an, El-Xenûşî got ‘Hikumeta Serxwebûnê’ gelek tişt ji xizmeta gelê Tûnisê re kir. Destkeftiyên wê di aliyê perwerde, tenduristî, pêkanîna aramiyê de hene, her wiha binketinên wê jî hene, bi taybet li ser asta siyasî bi rêya dadgehkirina siyasetmedaran bi nêrînên xwe yên cuda û di nav de Şepêla Îslamî.”

(bx)