Jinên Til Hemîs: Em banga azadiya rêber Ocalan dikin, ji ber ku ji bo gelan têdikoşe

Jinên Til Hemîsê banga serbestberdana rêber Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan ji bo gel têdikoşe.

Jinên Til Hemîs: Em banga azadiya rêber Ocalan dikin, ji ber ku ji bo gelan têdikoşe
22 adar, 2021   09:01
ŞIHAB EHMED-QAMIŞLO

Jinên navçeya Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û berdewamkirina tecrîda li dijî rêbertî ya di girtîgeha Îmraliyê de, şermezar kirin û dan zanîn fikrê rêber Abdullah Ocalan kêrî gel hat û kete xizmeta wan de.

Ahed El-Sêwî axivî û diyar kir ku beriya niha jin bin dest bûn û piştî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan nas kirin di nava civakê de bi rola xwe rabûn, ji lew re ew dibêje ku rêbertî mafên jinan bi temamî da wan.

/ar/uploads/files/2021/03/22/081704_ahd-alsywy7e2.webp

Ahed El-Sêwî di dawiya gotina xwe de got beriya niha jin di mal de bûn û beriya ku fikirê rêber Abdullah Ocalan nas bikin bê îrade bûn, ji ber vê yekê ew bang li jinên Rojava dike ku banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin.

Fatima Mihemed jî axivî û diyar kir ku fikrê rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye beriya niha tu kesî pêşniyar nekiriye, ji civakê re û nexasim ji jinan re azadî pêşkêş kir û jin ji qeyd û bendên ji aliyê bav, bira û hevser hatibûn ferzkirin, rizgar kir.

Fatima Mihemed ev yek li gotina xwe zêde kir:"Bi saya rêber Abdullah Ocalan, îro mêr rêzê ji jinan re digirin."

Fatima Mihemed di berdewamiya gotina xwe de sûcên ku desthilata Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne ku ji beriya 20 salan ve rêbertî dîl girtiye şermezar kir û da zanîn ku fikrê rêber Abdullah Ocalan kêrî gel hat û kete xizmeta wan de.

/ar/uploads/files/2021/03/22/081942_fatmh-mhmd7e2.webp

Fatima Mihemed ev pirs kir:"Çima ew qas zilim li dijî rêber Ocalan tê kirin?" Rêber Abdullah Ocalan ji bo gel têkoşiya û nabe ku were girtin, ji lew re divê gel banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bike.

Der barê mijarê mamoste Semer El-Nasir tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ev xalên li jêr rêz kirin:"Ev komployeke navneteweyî ya li dijî rêberê mezin e û em wekî jinên Ereb ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê tecrîdê şermezar dikin, ji ber ku hişt rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de bimîne û em banga rakirina wê dikin."

/ar/uploads/files/2021/03/22/081541_smr-alnasr7e2.webp

Semer El-Nasir îşaret bi belavkirina fikrê rêber Abdullah Ocalan kir, da ku azadî, wekhevî û biratiya gelan misoger bibe, di heman demê de azadiya jinên Ereb jî di fikirê rêber Abdullah Ocalan de ye.

Semer El-Nasir got li herêmên Ereban û bi saya beşdariya jinan ji qadên şer ên nava QSD`ê û tevlêbûna di nava sîstema hevserokatiyê ya di saziyan de, jinan di pratîkê de azadiya xwe bi dest xistin.

Semer El-Nasir bi vê yekê dawî li gotina xwe anî:"Em wekî jinên Ereb banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dikin û serbest were berdan, ji ber ku hebûna rêbertî ya li wir bandoreke neyinî li jinan û li  tavahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DXPsKFd3Yd4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>