Çalakiya bi kon a ciwanên şoreşger a li Kobanê di roja duyemîn de ye

Çalakiya ciwanên şoreşger a li Kobanê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bi banga eşkerekirina rewşa tenduristiya rêbertî di roja duyemîn de didome. Di roja duyemîn de dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin.

Çalakiya bi kon a ciwanên şoreşger a li Kobanê di roja duyemîn de ye
18 adar, 2021   19:31
KOBANÊ

Rojane bangên li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd û tecîda rêber Abdullah Ocalan bilind dibin.

Ji 4 rojan ve, hin dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê agahiyên li ser nebaşiya rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan parve kirin. Bi wê re gelên cîhanê meşên şermezarkirina siyasetên dermirovî yên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Ocalan li dar xistin û kolana Kurd li dijî bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî serî hilda.

Di vî warî de, 4 roj in bê navber li Kobanê meş û çalakiyên prostestoyî li dar dikevin, jê jî konê çalakiyê ya ku ciwanên şoreşger e. Çalakiya ciwanan duh bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo ye û em ê teqez bi ser kevin" bi meşeke girseyî li Qada Jina Azad a ber bi Qada Şehîd Egîd dest pê kir.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, bi dehan şênî, li gel endamên saziyên sivîl û leşkerî ve berê xwe da konê çalakiyê.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê û PYD’ê axaftin hatin kirin.

Endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Mihemed wiha axivî: "Em ji cîhanê re dibêjin sûcên li dijî gelê me rawestînin, qetilkirina gel û sûcên li dijî azadî û mafên gel rawestînin. Em ji dewleta Tirk re dibêjin zulma li dijî gelê Kurd û rêberê wî rêber Abdullah Ocalan rake û banga zelelkirina rewşa wî ya tenduristî dikin."

Endamê rêveber ê PYD’ê Elî Hoşan destnîşan kir ku ew îro li vir in, ji ber ku jiyana rêbertî di xeteriyê de ye û ji vir de ji cîhanê re dibêjin ew li dijî zulma li hember rêber Ocalan serî hildidin.

Hoşan got: "Dema em liser rêbertî diaxivin em li ser azadî, aştî û demokrasiyê diaxivin. Ji lew re em dibêjin ku bêyî rêbertî azadî, demokrasî û mirovahî tune ye û bêyî van nirxan mirov nikare jiyan bike.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Firatê daxuyaniyek da û tê de dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê û sûcên li dijî mirovahiyê hatin şermezarkirin.

/ar/uploads/files/2021/03/18/160947_1.webp

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Peyman Abdurehman daxuyanî xwend

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Îro 3 sal di ser dagirkirina Efrînê, azar, zulm, penabertî û bêdengiya navneteweyî derbas re dibin. Beriya 3 salan mîn van rojan li pêş tevahî çavên cîhanê, bi piştgiriya eşkere ya hikumeta Şamê û Rûsyayê ve, êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên barbarî tevî çekên NATO’yê dest pê kirin, bi wê re jî tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî hatin binpêkirin.

Dewleta Tirk a ku êdî cîhanê tevahî şahidê barbariya wê ye, bi hemû hêza xwe şer û êrişekî hovane li dijî gelê Efrînê pêk anî, şênî bi darê zorê koçber kir, binesazî wêran kir, dizîn, talankirin û guhartina demografî pêk tîne.

YPG, YPJ’ê û şêniyên Efrînê bi dirêjahiya 58 rojan li hemberî êrişên hovane yên bêserûber berxwedaneke mezin raber kir. Bi wê re dewleta Tirk Efrîn vegerand cihê çete û DAIŞ’iyên ku dewleta Tirk bi navên cuda bi kar anîne.

Civaka navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê heta roja îro bê deng e. Lê em ê berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û tevahî xaka Sûriyê bidomînin.

Em bi dengekî bilind qîr dikin ku em hene û berxwedana agireke venamire heta xak were paqijkirin . Em bang li cîhana azad û rêxistinên mirovî dikin ku sûcên dewleta Tirk bi dawî bikinû divê dagirker û çeteyên wê ji Efrînê bi derkevin û şêniyê bi ewle lê vegerin."

Çalakiya bi kon a ciwanên şoreşger dê heta 22'yê Adarê berdewam bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NuCiFJAUlCs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>