Dagirker êrişên xwe yên li ser Efrînê berfireh dikin

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêma Efrînê berfireh dike, piştî Şera û Şehbayê, niha gundên navçeya Şêrawayê topbaran dike.

Dagirker êrişên xwe yên li ser Efrînê berfireh dikin
18 adar, 2021   19:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker piştî gundên Şera û Şehbayê, di van kêliyan de gundên Bênê, Dêr Cemalê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike.

Di heman demê de de topbaran li ser gundên Meranaz, Alqemiyê, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê, her wiha navçeya Til Rifet, gundên Bêlûniyê, Eyn Deqnê yên kantona Şehbayê didomin.

ANHA