‘Em bi Efrînê re ne, yên ku Reqa rizgar kir dê teqez Efrînê jî rizgar bike’

Îbrahîm Qeftan û Meryem Îbrahîm ên ku beşdarî meşa li Şehbayê bûbûn, dagikirina Efrînê şermezar kir û gotin: "Bi hevgirtinê  em ê serkeftinê pêk bînin û Efrînê rizgar bikin."

 ‘Em bi Efrînê re ne, yên ku Reqa rizgar kir dê teqez Efrînê jî rizgar bike’
18 adar, 2021   18:52
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Îro salvegera 3’yemîn a dagirkirina kantona Efrînê ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve ye. Piştî berxwedaneke bêhempa ya şêniyên Efrînê, şervanên YPG û YPJ’ê ya 58 rojan kantona hate dagirkirin û ev berxwedan bi navê Berxwedana Serdemê di dîrokê de hate nivîsandin.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê yên koçber beşdarî meşeke li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bûn û di meşê de şandeya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kesayetên siyasî û jinan beşdar bûn.

Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan ku beşdarî meşê bûbû, ji ANHA'yê re axivî. Qeftan wiha got: "Roja 18’ê Adarê roja rizgarkirina Efrînê ye ne roja dagirkirinê ye. Ji ber ku em ê wan dagirkeran ji Efrînê biqewitînin. Îro rojeke cîhanî ji bo roja Berxwedana Serdemê ye û rojeke şermê ji bo dewleta Tirk e."

Qeftan sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên sûrî yên dijminatiya gelê xwe yên Sûriya dikin şermezar kir û wiha domand: "Em soz didin te ey Efrînê ku em ê çemê Firatê û çemê Efrînê bi hev re bibe yek, dê rihê me jî bibe yek, di demeke nêz de em ê bi ser kevin û dê ji Efrîn heta bi Dêrik û Deraayê û ji Şamê heta bi Hesekê ve li warên xwe vegerin."

Qeftan wiha gotina xwe domand: "Em ê bi yek dil bin, ji ber ku Efrînê ya tevan e û tê de 15 milyon darên zeytûnê hene, ji her bihosteke Efrînê darek di dilên me de ye û dê nêz vegerin."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Meclisa Jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm wiha got: "Em wek şande ji Reqayê de hatin da ku bi şêniyên Efrînê azarên wan parve bikin û li gel wan di vê salvegera biêş de bisekinin. Tevahî şêniyên Reqayê dizanin ku gelê Efrînê dilê lêdide ye û ew berxwedana li Sûriyê ye."

Meryem Îbrahîm wiha gotina xwe berdewam kir: "Efrînê di dirêjahiya krîza Sûriyê de tevahî pêkhate hembêz kir, ew ji bo tevahî sûriyan dayika dilnizm û hembêza germ bû. Em hatin, da ku helwesta xwe ya dijberî siyaset û sûcên dewleta Tirk nîşan bidin û sûcên wê yên li dijî şêniyên Efrînê ji penabertî, koçbertî, qetilkirin, wêrankirin, revandin û siûqastkirinê şermezar dikin. Em dizanin ku şêniyên Efrînê tu sûc, ji bil mirovahî û dilrihmiya ji bo tevahî gelê Sûriyê, nekirine."

Meryem Îbrahîm wiha pê de çû: "Em hatin da ku ji şêniyên Efrînê re bibêjin ku em şêniyên Reqayê bi dil û can bi şêniyên Efrînê re ne û dê bi yekdestî li dijî dijminê serdemê bisekinin û bersiva qenciya ku şêniyên Efrînê di rizgarkirina Reqayê de dane, bidin. Ji lew re em ê ji bo bersivê amade bin û dê di yekxendekê de li dijî dijmin bisekinin."

Meryem Îbrahîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em wek şêniyên Reqayê hêvî û baweriya me  ya bi QSD’ê û şêniyên Efrînê yên berxwedêr mezin e, yên ku Reqa rizgar kir, dê teqez Efrînê jî rizgar bike."

(fr)

ANHA