Xwendekarên Tirbespiyê Newroz pîroz kir

Bi boneya cejna Newrozê rêveberiyên Dibistana Şehîd Warşîn û Dibistana Fayêz Mensûr ên navçeya Tirbespiyê şahiyek ji xwendekaran re li dar xist.

Xwendekarên Tirbespiyê Newroz pîroz kir
Xwendekarên Tirbespiyê Newroz pîroz kir
Xwendekarên Tirbespiyê Newroz pîroz kir
Xwendekarên Tirbespiyê Newroz pîroz kir
18 adar, 2021   13:59
QAMIŞLO

Di şahiyê de li ser navê rêveberiya Dibistana Fayêz Mensûr, Cewahêr Temo aixî û Newroz li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê Kurd bi taybetî, pîroz kir.

Cewahêr bal kişand ser serkeftinên gerîla li çiyayên Garê û diyar kir ku ji tevahî cîhanê re îspat bûye ku gelê Kurd ji dagirkeran natirse. Her wiha teqez kir ku bi ruhê berxwedana gerîla û serkeftina Garê ew ê agirê Newroza 2021'an geş bikin.

Piştre Koma Şehîd Mehmûd a Dibistana Fayêz Mensûr govend pêşkêş kirin. Her wiha bi navê "Heger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek" şanoyek hate pêşkêşkirin.

Di dawiya şahiyê de xwendekaran agirê Newrozê pêxist.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ycj_U4BkbSg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>