Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê

Bi boneya cejna Newrozê Rêveberiya Dibistanên a Herêma Firatê, li dibistana Şehîd Azad a seretayî ya li bajarê Kobanê şahiyek li dar xist. Di heman demê de jî endamên Partiya Sûriya Pêşerojê û xwendekarên peymangeha Şehîd Zozan li peymangehê şitilên Yasmîn çandin.

Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
Bi boneya Newrozê li Kobanê şahî û çandina dara Yasmînê
18 adar, 2021   14:35
KOBANÊ

Bi boneya cejna Newrozê bi dirûşmeya"Bi zanistê û zanînê em ê agirê Newrozê vêxin" Rêveberiya Dibistanan a Herêma Firatê ji bo mamoste û xwendekaran li dibistana Şehîd Azad a seretayî ya li Kobanê, şahiyek li dar xist.

Bi navê Rêveberiya Dibistanan a Herêma Firatê mamoste Rêzan Etî di şahiyê de axivî û got ji bo gelê Kurd meha Adarê meheke dîrokî ye, dîroka komkujiyên li dijî Kurdan e, di heman demê de meha ku Kurd şahiya cejna Newrozê tê de li dar dixin.

Piştre, Koma Şehîd Dicle stran pêşkêş kirin û koma Şehîd Bêrîtan a Zarokan jî govend pêşkêş kir. Piştre Koma Şehîd Berfîn jî stran pêşkêş kir û herî dawî jî hunermend Yasir Daşo çend stran gotin û beşdaran li derdora agirê Newrozê ku li naverasta qada dibistanê hatibû vêxistin, govend gerandin. Şahî bi vegotina helbestên têkildarî cejna Newrozê bi dawî bû.

ÇANIDINA DARA YASMÎN 

Bi heman boneyê endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li bajarê Kobanê û xwendekarên peymangeha Şehîd Zozan li peymangehê şitlên Yasmînê çandin.

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Kobanê Ronahî Kenan axivî û diyar kir ku ev çalakî bi boneya cejna Newrozê ya 2021`an diyarî xwendekarên peymangeha Şehîd Zozan û mamosteyên wê dikin.

Ronahî Kenan di dawiya gotina xwe de destnîşan kir ku sedema çandina şitlên Yasmînê ew e ku xewna şehîd Hevrîn Xelef bû û wê dixwest Yasmîn li her deverê were çandin.

Piştî axaftin bidawî bû, xwendekaran û endamên partiyên li qada peymangehê şitilên Yasmîn çandin.

(eh)

ANHA