‘Dewleta Tirk bi îdiayên li ser rewşa rêber Ocalan dixwaze îradeya gelan bişikîne’

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi daxuyaniyekê xwest rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin û got hikumeta Tirk bi îdiayên wisa dixwaze îradeya gelan bişikîne.

‘Dewleta Tirk bi îdiayên li ser rewşa rêber Ocalan dixwaze îradeya gelan bişikîne’
18 adar, 2021   13:57
MINBIC

Hevserokê Meclisa Ciwanan a Minbicê Ehmed El-Cemîlî bi beşdarbûna şêniyên gundên El-Muhterêq û El-Farat û endamên meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku girtina rêber Abdullah Ocalan sûcekî mezin bû, her wiha redkirina daxwazên serdana parêzeran û malbatê, binpêkirina yasayên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan e.

Di daxuyaniyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin da ku rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, her wiha destûrê bide tîma tenduristiyê ku rewşa wî kontrol bikin, tecrîdê bi dawî bike û destûra hevdîtinê bide malbat û parêzeran.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GjUyasFSIRk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>