Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî

Bi hezaran şêniyên navçeyên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, di salvegera 3`yemîn de xwepêşandanên girseyî li dar xistin.

Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
Li navçeyên kantona Qamişlo ji bo Efrînê xwepêşandanên girseyî
18 adar, 2021   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ye, piştî berxwedaneke bêhempa ya şervanên YGP/YPJ`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku 58 rojan dewam kir.

AMÛDÊ

Bi dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye” îro şêniyên Amûdê daketin qadan. Şêniyan dagirkirina Efrînê şermezar kir û xwest rewşa tenduristî ya rêber Ocalan yekser bê eşkerekirin.

Şêniyan ji Qada Jina Azad dest bi xwepêşanda xwe kir. Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Na ji bêdengiya navneteweyî li hemberî qirkirina gelê Kurd re, bi rihê berxwedana şehîdan em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin” û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û çiqilên zeytûnan rakirin.

Her wiha sloganên silavkirina berxwedana Efrînê û “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Li Qada Şehîd Cîhad xwepêşandan veguherî mîtîngê û li wir Adil Mele Emîn bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk axivî. Mele Emîn dagirkirina Efrînê û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û xwest ku yekser rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin.

TIL HEMÎS

Bi vê boneyê, îro bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîsê ya girêdayî kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin, her wiha xwestin ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan bê eşkerekirin.

Xwepêşandêr li pêşiya navenda Trafîkê kom bûn û ber bi Qada Şehîdan ve dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Na ji dagirkeriyê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye” rakirin.

Her wiha wêneyên zarokên Efrînê û nivîsên “Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî şêniyên Efrînê rawestînin” hildan.

Xwepêşandêr di kolana sereke ya navçeyê re meşiyan û bi yek dengî banga rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirkeran ji hemû herêmên dagirkirî, kirin.

Li Qada Şehîdan bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xalib El-Sedûn axivî, dagirkirina Efrînê şermezar kir û teqez kir ku ew ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Xalid El-Nayif jî got: “Em îro salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê dijîn. Ew yek li gel bêdengiya navneteweyî, NY`yê û Meclisa Ewlehiyê pêk hat.”

Bi navê Kongreya Star jî Nahiye El-Hisên axivî û soz da şehîdên berxwedana Efrînê ku dê heta serkeftinê û vegera Efrînê ji xwediyên xwe re, li ser şopa wan bin.

Rûspiyekî eşîra El-Tufeyhîn Ehmed El-Esker jî bi navê qebîlên Ereban ên navçeyê got: “Efrîn û herêmên dagirkirî sedema israra me ya tolhildan û rizgarkirinê ne.”

TIL BIRAK

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişloyê û endamên PYD, Kongreya Star, saziyên tenduristiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û rûspiyên êlên Til Birakê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran bi sloganan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. Xwepêşandan li Çerxerêya Şehîdan rawestiya û hevseroka meclisa navçeya Til Birakê Emîna Xilêf axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hemû cureyên sûc, tundî û qirkirinê li dijî şêniyan meşandin.

Emîna bang li gel kir ku li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker rawestin û li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û wiha domand: "Em ê li ser pêyan bin heta ku rewşa tenduristiyê ya rêber Ocalan eşkere dibe, ji ber ku doza rêber Ocalan dozeke neteweyî ye."

Endama Kongreya Star Rûsêl Remedan jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê destdirêjiyê li jinan dikin û tundiyê dimeşînin û got: “Armanca wan a sereke ji van sûcan ew e ku herêmên me bi dest bixin û gelê me qir bikin. Her wiha dagirkeriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfirehtir bikin."

GIRKÊ LEGÊ

Bi heman armancê, bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandanê ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir û di sûka sereke ya navçeyê re dewam kir. Xwepêşandêran sloganên şermezarkirina dagirkirina Efrînê berz kir. Xwepêşandan li naverasta navçeyê rawestiya.

Li wê derê, endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Kelsûm Elî axivî û diyar kir ku 10 sal li ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, ajandeyên hêzên derve alozî kûrttir kirin û dagirkirina Efrînê ya beriya 3 salan jî bi wê ve girêdayî ye.

DÊRIK

Li Dêrikê jî, ji bo şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hemberî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan şêniyên bajêr daketin qadan.

Xwepêşandanê ji Qada Azadî dest pê kir û di kolanên sereke re dewam kir. Tê de dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê hatin berzkirin û wêneyên zaorkên Efrînê yên di êrişên dagirkeran de şehîd bûne, çiqilên zeytûnan û pankertên bi nivîsên “Dem dema rizgarkirina Efrînê ye” hatin rakirin.

Li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wê derê, hevserokê Meclisa PYD`ê li Dêrikê Mihemed Ebdulrehman axivî û dagirkirina bajarê aştiyê Efrînê şermezar kir.

Ebdulrehman teqez kir ku Efrîn dilê Kurdistanê ye û ew çiqasî fedekariyan bidin jî dev ji Efrînê bernadin û wiha domand: “Efrîn wê ji xwediyên xwe re vegere û wê vegera hembêza Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

 

TIRBESPIYÊ

Girêdayî mijarê, bi dehan şêniya Tirbespiyê ji Kurd, Ereb û Suryan meşek li dar xist.

Şênî li pêş Navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn, wêneyên sûcên ku dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokên Efrînê kirine, alên QSD’ê û çiqilên zeytûnê rakirin.

Meş li kolana giştî ya navçeyê gerî, di nava meşê de diruşmên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkerî û çeteyên wê li herêmên Sûriyê yên hatine dagirkirin, hatin berzkirin.

Meş li pêş navenda meclisa navçeyê vegerî mîtîngê, bi navê PYD’ê Fesîh Hisên axivî û bêdengiya civaka navneteweyî li hember dagirkirina Efrînê û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan şermezar kirin û da zanîn ku Rûsyaya ku idîaya parastina Sûriyê ji dewletên yekemîn ên ku beşdarî dagirkirina Efrînê bûye.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star Asya Cuma got, berxwedana Efrînê êdî sembola serdema nûjen e û berxwedana heta rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam e.

Her wiha Cîgirê Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Hikumet Hebîb diyar kir ku dagirkirina Efrînê bi encama komployeke navneteweyî li dijî gelê Kurd bû û bi hewldana ji dewleta Tirk de ji bo derbekirina projeya demorasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

ANHA

(cx)

ANHA