Partiyên siyasî yên li Helebê serdana gorên şehîdên Berxwedana Serdemê kir

Nûnerên partiyên siyasî û MSD`ê li bajarê Helebê serdana gorên şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê kir.

Partiyên siyasî yên li Helebê serdana gorên şehîdên Berxwedana Serdemê kir
18 adar, 2021   13:49
HELEB

Îro salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê ye. Bi vê boneyê nûnerên partiyên siyasî yên li Helebê serdana gorên şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê kir.

Şandeya partiyan ji nûnerên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Hevbendiya Demokratîk a Sûriyê û Partiya Sûriya Pêşerojê pêk hat.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Remzî Şêxmûs û nûnerê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê şaxê Helebê Mihemed Hêder axivîn.

Şêxmûs şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bajarê zeytûnan û aştiyê Efrîn dagir kir. Armanca wan jî têkbirina projeya biratiya gelan e ku taybetmendiyeke me ye ku me tevahiya pêkhateyên Sûriyê hembêz kir.”

Şêxmûs behsa hincetên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê kir û got: “Gelo peykerê şêrê li Eyn Darayê terorîst e heta ku wêran bikin. Yan jî Kela Hûrî jî terorîst e ku wê talan bikin ku bîra dîroka herêmê ye.”

Şêxmûs piştrast kir ku ew dev ji axa xwe û axa pêşiyên xwe bernadin.

Mihemed Hêder jî got: “Em hêvî dikin ku Efrîn rizgar bibe. Efrîn bi komployeke li dijî gelê Kurd hat dagirkirin ku bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan dest pê kiriye.“

Piştre şandeya partiyan gul danîn ser gorên şehîdan.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/li_pekaJIQU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>