Fermandariya Hêzên Ewlekariyê banga pêkanîna rêzetedbîrên ewlehiyê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê pîroz kir û rêzetedbîrên ewlehiyê derxistin, her wiha bang li şêniyan kir ku li gorî wê tev bigerin.

Fermandariya Hêzên Ewlekariyê banga pêkanîna rêzetedbîrên ewlehiyê kir
18 adar, 2021   12:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rasthatina Newrozê re, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî weşandin. Di daxuyaniyê de rêzetedbîrên ku divê şênî pêk bînin, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê wiha got: “Em rasthatina Newrozê li tevahiya welatiyan û gelê xwe pîroz dikin. Bi vê boneyê em girêdana xwe a bi axa xwe ve careke din piştrast dikin û hêvî dikin ev cejn di nava atmosferek ewle û aram de were pîrozkirin.”

Fermandariyê di heman demê de bang li şêniyan kir ku tedbîrên ewlehiyê ku derxistine, bînin cih. Tedbîr ev in:

1-Nabe kamyon û tevahiya cureyên sahrîcan ji saet 1:00`ê sibeha roja şemiyê (20-3-2021`an) heta saet 1:00`ê sibeha duşemê (22-3-2021`an) de bixebitin.

2-Nabe tevahiya cureyên motorsîklêtan heta yên leşkerî jî ji roja pêncşemê (18-3-2021`an) ji saet 6:00`an ber êvarê heta saet 6:00`an ber êvara duşemê (22-3-2021`an) tev bigerin.

3-Tevgera li dergehên hundirîn wê ji saet 6:00`ê êvara înê (19-3-2021`an) heta roja duşemê (22-3-2021`an) were rawestandin.

4-Ketin û derketina şêniyan ji saet 6:00`ê êvara şemiyê (20-3-2021`an) heta saet 6:00`ê êvara duşemê (22-3-2021`an) tê qedexekirin.

5-Bikaranîna çekan ji aliyê şênî, hêzên leşkerî û ewlehiyê tê qedexekirin heta ku çek ruxsetkirî be jî dê were desteserkirin.

(şx)

ANHA