​​​​​​​Çalakiyên gerîla yên li Xakurkê: Leşkerekî Tirk hate kuştin û kozikek hate rûxandin

HPG’ê der barê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li Xakurkê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin û kozikeke wan jî hatiye rûxandin.

​​​​​​​Çalakiyên gerîla yên li Xakurkê: Leşkerekî Tirk hate kuştin û kozikek hate rûxandin
18 adar, 2021   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyeke niviskî weşand.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

''Hêzên me 15'ê Adarê saet 12:20'an li herêma Xakurkê li Gire Şehîd Axîn li dijî dagirkeran çalakiyeke serkeftî kirine. Rokêtên hêzên me li kozikên dijmin ketine, kozik hatine rûxandin û dagirkerek hatiye cezakirin û yên din birîndar bûne. Piştî çalakiyê dagirkeran li derdorê reşandine û eynî rojê saet 22:30'î kuştî û birîndarên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirine.

Dewleta Tirk a dagirker êrişa hewayî aniye ser Qadên Parastinê yên Medyayê.

Der heqê êrişên hewayî de agahiyên berfireh wiha ne;

13'ê Adarê saet 10:30'an qada Cîloya Kiçik a Zapê, saet 11:00'an qada Karker bi balafirên şer hatiye bombekirin.

14'ê Adarê navbeyna saet 10:30'an- 12:00'an derdora gndê Kanîsarkê ya Garê bi balafirên şer hatiye bomekirin.

14'ê Adarê navbeyna saet 11:00-12:00'an qada Şehîd Rustem a Zapê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

14'ê Adarê saet 14:20'an qada Mamreşo a herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

14'ê Adarê saet 14:45'an qada Girê Colemergê ya Metîna bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di van êrişên hewayî de tu ziyan nehatiye ser hêzên me.”