Peyama MXDŞ’ê ji efrîniyan: Em ê teqez bi ruhê berxwedana li Rojava bi ser bikevin

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi peyamekê berxwedana gelê Efrînê silav kir û got “Em heya dawiyê em bi we re ne. Bi ruhê berxwedana gelê me ya li Rojava teqez em ê bi ser bikevin.”

Peyama MXDŞ’ê ji efrîniyan: Em ê teqez bi ruhê berxwedana li Rojava bi ser bikevin
18 adar, 2021   13:00
ŞENGAL

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya 3’yemîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye:

“Bi armanca tunekirina demokrasî û aştiyê dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe, berî sê salan berê  hovîtiya xwe da bajarê aram Efrînê. Di nava van salan de  gelek kiriyarên li dijî mirovahiyê li ser gelê me û hemû pêkhateyên Efrînê hatine kirin.

Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dagirkiriya ku niha li Efrînê tê meşandin, şermezar dikin. Bi heman zîhniyeta ku bariya sê salan Efrîn pê hate dagirkirin û xwestin îradeya gelê wê tune bikin, bi heman awayî niha  di bin  navê peymana Hewlêr û Bexdayê de  dixwazin gelê Şengalê bê îrade bikin û rêxistina gelê êzidî belav bikin.

Dewletên serdest bi van êriş û pilana didin diyarkirin ku cihê gel tê de bibe xwedî îrade ew ê wir bikin hedef û rê li ber îrade bûna gel bigirin. Li her derê gelên azadîxwaz di nava berxwedanê dene.  Ev berxwedaniya gelan ku ji bo hebûna xwe dikin wê bigehe armanca xwe.

Em di wê beweriyê de ne ku gelê me yê Efrînê wê careke din  bi saya têkoşîn û berxwedan û sekna xwe ku tevî ku ji ser axa xwe koçber bûne jî, lê heta niha dest ji soz û hêviya xwe ya vegera li Efrînê bernedana, li ser axa xwe bijîn.

Em bi navê MXDŞ’ê berxwedana gelê Efrînê  silav dikin. Em dibêjin heya dawî em bi we re ne.  Bi ruhê berxwedana gelê me ya li Rojava  teqez em ê bi ser bikevin.”