Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb, Hema û Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên çeteyan ên li gundewarên Heleb, Hema û Idlibê topbaran kirin. Dagirkeriya Tirk jî bersiva topbarana hikumetê li ser gundewarên Babê da û nuqteyên wan kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb, Hema û Idlibê topbaran kirin
18 adar, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hev li derdorê Tadif a rojhilatê Helebê, bi çekên giran û navîn kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirova a Sûriyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê cihên çeteyan ên li derdorê Hewan a gundewarên Babê ya rojhilatê Helebê topbaran kir. Artêşa Tirk a dagirker bersiva topbaranê da û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê careke din herêmên li El-Bare, Kensefra, derdorê Sifohin, El-Fitêra, Bênên û Filêfil ên li başûrê Idlibê û El-Enkawî ya Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

SOHR`ê beriya du rojan ragihandibû ku li derdora El-Enkawî ya Sehil Xab hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên çetayan kirine û şer derketiye.

(cx)