DYA`yê têkildarî hewldanên hikumeta Tirk ên girtina HDP`ê hişyarî da

DYA`yê li ser hewldanên hikumeta Tirk ên girtina HDP`ê hişyarî da û got “Ev yek qelskirina demokrasiyê li Tirkiyê zêdetir dike.”

DYA`yê têkildarî hewldanên hikumeta Tirk ên girtina HDP`ê hişyarî da
18 adar, 2021   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price bi daxuyaniyekê got: “Em destpêkirina hewldanên tesfiyekirina Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dişopînin. Bi vê biryarê îradeya hilbijêrên li Tirkiyê û demokrasiya li welêt, qels dibe û bi milyonan welatiyên Tirkiyê ji hilbijartina nûnerên xwe mehrûm dibin.”

Serdozgerê giştî yê hikumeta Tirk ji dadageha destûrê xwestibû ku partiya HDP`ê ku sêyemîn mezintirîn koma parlamentoyê ye,bigire.

Price got: “Em bang li hikumeta Tirk dikin ku li gorî destûra Tirkiyê û peymanên ku hikumeta Tirkiyê bi aliyên navneteweyî re îmze kirine, rêzê li azadiya nêrînê bigire.”

(cx)