KJAR: Em çalakiyên Newrozê veguherînin azadiya fizîkî ya rêber Apo

KJAR’ê bi daxuyaniyekê îşaret bi îdiayên têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku “Wek jinên Kurd em ê tu carî li hemberî êriş û qirkirinan bê deng nemînin. Çawa ku di 8’ê Adarê de jin bi têkoşîn û berxwedana xwe reng da hemû qadan wê di Newrozê de jî pêşengiya hemû çalakiyan bikin û çalakiyên Newrozê veguherînin azadiya fizîkî ya rêber Apo.”

KJAR: Em çalakiyên Newrozê veguherînin azadiya fizîkî ya rêber Apo
18 adar, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.  Koordînasyona KJAR'ê ragihand ku îdiayên li ser jiyan û tenduristiya rêberê Abdullah Ocalan cidî dibînin û bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi helwest û biryardariya serhildana sala 1999'an xwedî li rêberê xwe derkevin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rêberê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin û hate gotin: "Van rojên dawî ji aliyê hêzên şerê taybet ve nûçeyên kirêt tên belavkirin. Bi navê KJAR'ê em van nûçeyên kirêt bêbingeh nabînin û pir cidî dinirxînin. Ji ber vê yekê, di serî de em bang li gelên me yên welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz ên Îranê dikin ku çawa di sala 1999'an de hemû gorepanan kirin qadê raperînê; bi heman hest û hestiyariyê îro jî tevbigerin û xwedî li Rêberê xwe derkevin."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dê van êrişên ku bi taybetî Rêber Apo dikin hedef, weke êrişên li ser xwe bibînin û ji bo pûçkirina van êrişan jî çi ji destên wan tên wê pêk bînin. Pêwîste em weke gel û tevger heya agahiyeke şênber û rasterast ji Rêberê xwe bigrin li qadan bin.

Wek jinên Kurd em ê tu caran li himberî êriş û qirkirinan bê deng nemînin. Çawa ku di 8’ê Adarê de jin bi têkoşîn û berxwerdana xwe reng dan hemû qadan wê di Newrozê de jî pêşengtiya hemû çalakiyan bikin û çalakiyên Newrozê werçerxînin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Wek jinên Kurd û gelê Kurd em dijminên xwe yên faşîst û qirker ku rojane bi rêbazên şerê taybet êrişan pêş dixînin baş nas dikin û em dibêjin ku: em ê tu car neyên leystokan û em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe êriş, leyîstok û dek û dolabên wan pûç bikin. Em ê bi tekoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin, Rêber Apo bighînin azadiya fîzîkî.

Gelên me yên Rojhilatê Kurdistanê, dost û heval û hogirên me di vê qonaxa hesas û hestiyar de pêwîste di çeperên berxwedana hilweşîna sîstema Îmraliyê de cih bigrin. Ev çeperê azadiyê wê bi berxwedana jin, ciwan û gelên demokrat û azadîxwaz, faşîzm, dagirkerî û tecrîdê hilweşîne û azadiyê bidest bixe.

Ji ber vê yekê em dibêjin dem dema hilweşadina dîwarên Îmraliyê ye, dem dema azadkirina Rêber Apo ye, dem dema li himberê Dehaqên serdemê bilindkirina agirê Newrozê ye.

Bi navê KJAR'ê em soza xwe ya azadkirina Rêber Apo dubare dikin û dibêjin ku jiyanek bê Rêber Apo em ê tu carî qebûl nekin û destên ku dirêjî Rêber Apo dibe em ê wan destan bişikînin. Em ê tu carî nehêlin ku roja me were tarîkirin."