‘Dagirkirina Efrînê deqeke reş e li eniya aliyên ku nirxên neteweyî û mirovî idîa dikin’

Koordînasyona Giştî ya Platforma Gelêrî ya Yekkirina Refa Kurdî Li Rojava û Derveyî Welêt şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan û dagirkirina Efrînê di salvegera wê ya 3`yemîn de, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

‘Dagirkirina Efrînê deqeke reş e li eniya aliyên ku nirxên neteweyî û mirovî idîa dikin’
18 adar, 2021   09:01
QAMIŞLO

Koordînasyona Giştî ya Platforma Gelêrî ya Yekkirina Refa Kurdî li Rojava û Derveyî Welêt bi daxuyaniyekê şerê dewleta Tirk a dagirker ê li dijî Kurdan û dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kirin û wek “hemleya dizîna berhemên gel, zeytê û zeytûnan” bi nav kir.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de got: “Di demekê de ku çapemeniya Tirkiyê û komên çeteyan di salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê de pesna opozîsyona Sûriyê didin, şêniyên resen ên Efrînê dibêjin ku dagirkeran tenê rûxandin, kuştin û guhertina demografiya Kurdan anî.”

Koordînasyonê diyar kir ku binpêkirinên mezin ên li Efrînê pêk hatine û hîna pêk tên, binpêkirineke eşkere ya madeya duyemîn a biryarên NY`yê ye û destdirêjiya li qanûnên NY`yê ye û got: “Binpêkirina dewleta Tirk ji hemû bendên rêgez û peymanên di damezirandina NATO`yê de, diyardeyeke xeternak e. Bazara di navbera Rûsan û Tirkan de a pevguhertina Xûta bi Efrînê ya hemwextî bêdengiya civaka navneteweyî, deqeke reş li ser eniya wan aliyan e ku nirxên neteweyî, demokrasî û mirovahiyê idîa dikin. Her wiha ew erêkirina rewakirina berdewamkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê ye.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku hêzên Kurd di şerê Sûriyê de modeleke neteweyî ya hevbeş û rêveberiyeke hevbeş a ji hemû beşên civaka Sûriyê ava kir û wiha dewam kir: “Lê tiştên ku dagirkeriya Tirk û komên çeteyan pêk anîne, bûn sedema ku civak ji hev bê xistin, şerê hundirîn dewam bike û çav li doza rizgariya gelê Sûriyê bi giştî û gelê Kurd bi taybet bê girtin. Di encama binpêkirinên mezin de, dîrok û çanda kurdî bi rêya siyasetên asîmîlekirin û guhertina demogerafiyê hate tunekirin. Meşandina wan siyasetan li dijî gelê Kurd li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, nîşaneyên berçav in ku opozîsyona Sûriyê ya bi fermanên dewleta Tirk tev digere, bûye amûreke erzan ji bo parçekirina Sûriyê û pêkanîna xewna Turanî.”

(cx)

ANHA