Di 3`yemîn salvegera dagirkirina Efrînê de… li Şehbayê jiyana hate rawestandin.

Şêniyên herêma Efrînê di salvegera 3`yemîn a dagirkirina Efrînê de dukanên xwe girtin û karên xwe yên rojane sekinandin da ku tev li xwepêşandana mezin a ku dê li navçeya Fafînê a girêdayî kantona Şehbayê were lidarxistin, bibin.

Di 3`yemîn salvegera dagirkirina Efrînê de… li Şehbayê jiyana hate rawestandin.
18 adar, 2021   08:41
ŞEHBA

Di 18`ê Adara 2018`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî berxwedaniyeke dîrokî ji aliyê şêniyên Efrînê, ji Kurd, Ereb û Turkmenan ve ku 58 rojan dewam kir, kantona Efrînê, dagir kir.

Şêniyên Efrînê yên di kamp û malên hilweşiyayî yên li kantona Şehbayê de dimînin, 18`ê  Adarê weke rojeke reş bi nav dikin.

Şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne û li Şehbayê bi cih bûne, karên xwe yên rojane sekinand, hemû dukanên di sûkan de girtin da ku tevlî xwepêşandana şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker, bibin.

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê amadekariyên xwepêşandeke mezin dikin. Xwepêşandan wê îro di saet 12:00`an de li navçeya Fafînê were lidarxsitin.

(bx)

ANHA