Rojnameyên erebî: Dan û standinên Rûsya-Îsraîlê têkildarî hebûna Îranê li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro behsa dan û standinên Rûsya-Îsraîlê yên têkildarî başûrê Sûriyê, gefên Bidenji Pûtîn re û aloziya Bendava Nehdayê kir.

Rojnameyên erebî: Dan û standinên Rûsya-Îsraîlê têkildarî hebûna Îranê li Sûriyê
18 adar, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘AMADEKARIYÊN RÛSYAYÊ YÊN PÊŞÎLÊGIRTINA RÛDANA ALOZIYA LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Çavkaniyên siyasî yên ji Til Evîvê ji Şerq El-Ewsat re diyar kir ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi duh li Moskovê amadekariyên nû li Sûriyê yên girêdayî hebûna Îranê nîqaş kirin da ku pêşî li rûdana ‘aloziyê’ li başûrê Sûriyê bigirin.

Li gorî çavkaniyan, Lavrov di civîna wan a Mijdara 2020`an de li Yewnanistanê pêşniyar û nêrînên di vê derbarê de ji Ashkenazi re kirine û ji wê demê ve nîqaş di navbera her du welatan de der barê amadekariyan de têne kirin.”

‘BIDEN GEFAN LI PÛTÎN DIXWE: TÊKILIYÊN AMERÎKA-RÛSYAYÊ BER BI KU VE DIÇIN?’

Girêdayî mijarê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Êrişa serokê Amerîkayê Joe Biden ji Viladimîr Pûtîn re û binavkirina wî wekî "kujer" stratejiya Amerîkayê ya li hemberî Rûsyayê di 4 salên bê de eşkere kir. Texmîn hene ku rêveberiya Biden der barê Moskovê de hişktir be.

Roja çarçemê Biden di hevpeyvîneke li gel BBC News de ew erê dike ku Pûtîn "kujer e" û îşaret bi jehrkirina muxalifê Rûsî Alexey Navalny kir û diyar kir ku serokê Rûsyayê dê hesabê destwerdana ji hilbijartinên Amerîkayê re bide.

Ev daxuyanî piştî rapora îstixbaratên Amerîkayê ku roja sêşemê derket û Pûtîn li pey destwerdana Moskovê ji hilbijartinan re ye û Rûsyayê jî got tu rastiya vê yekê tune ye.

Hin berpirsên îstixbaratên Amerîkayê jî got hikumeta Rûsyayê di hemleya propagandaya hilbijartinên Amerîkayê yên sala 2020`an de hewl da ku hin agahiyên derew li dijî Joe Biden bi rêya hin hevalbendên serokê berê Donald Trump û rêveberiya wî belav bike.

Li gorî çavdêran ku helwesta Biden der barê Rûsyayê de hişk e, bi taybet piştî aloziya li nîvgirava Qirimê.”

‘BENDAVA EL-NEHDA… SÛDAN DI NAVBERA METIRSÎ Û HÊVIYAN DE’

Rojnameya El-Beyan behsa mijara aloziya bendava El-Nehda kir û wiha got: "Di dema ku Etiyopya ji bo mafê xwe di geşedana civakî û aborî de lihevkirinê dike, Misir dixwaze para xwe ji avê bigire, Sûdan jî ji bo parastina jiyana zêdetirî 20 milyon kes li ser qiraxa çemê Nîl, lihevkirinê dike. Wezareta avdanê ya Sûdanê armanca her dewletekê ji lihevkirina der barê bendava El-Nehda ve û di serî de kaxeza ku li ser şandeyên dîplomatîk ên li Sûdanê têkildarî helwesta Xertûmê ji lihevkirinan, nirxand.

Li gorî lêkolînerê siyasî Dr. El-Reşîd Mihemed Îbrahîm ji rojnameya El-Beyan re diyar kir ku niyeta Etiyopya di pêkanîna pêngava duyemîn de ji tijîkirina tekane nûnertiya berê ya qanûnî dike, dibe ku tevliheviyekê derxe û zirarê bide berjewendiyên Sûdanê, ji ber agahî û herikandina wê ji pêxistina depoyên Sûdanê re pir girîng e.”

(bx)