​​​​​​​Peyama Cemîl Bayik a Newrozê: Gelê Kurd êdî xurttir e, bêhtir xwedî tecrube ye

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya Newrozê peyamek weşand û got “Gelê Kurd êdî xurttir e, bêhtir xwedî tecrube ye. Dostên gelê Kurd roj bi roj zêde dibin. Dijminên gelê Kurd jî êdî mîna berê xurt nîn in. Çawa ku me ji bo xwe, Rojhilata Navîn û mirovahiyê serdemeke azadiyê da destpêkirin, îro jî em dikarin li ser vê bingehê tê bikoşin.”

​​​​​​​Peyama Cemîl Bayik a Newrozê: Gelê Kurd êdî xurttir e, bêhtir xwedî tecrube ye
18 adar, 2021   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya cejna Newrozê peyameke bidîmen weşand. Peyama hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye.

“Bi navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê we hemûyan silav dikim, cejna Newrozê li Rêber Apo, gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê, li Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şengalê, Lavrîo û derveyî welat, li berxwedêrên li zindanan, gerîlayên li çiyê li nava refên HPG’ê têdikoşin û li dostên gelê Kurd pîroz dikim. Di şexsê Mazlûm Dogan de şehîdên Newrozê hemûyan, şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr tînim. Soza ku me daye şehîdên demokrasî û azadiyê, dubare dikim.

Weke ku tê zanîn li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime. Di vî şerî de hevsengî xera bûn û statuya nû hîn jî ava nebûye. Di vî şerî de, ji statu û hevsengiyên xera bû, gelê Kurd gelek encam wergirt. Hem xwe bi rêxistin kir, hem jî ji bo xwe, nirxên nû afirand. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker dît ku eger pêşî li vê negire, gelê Kurd wê li qadên demokrasî û azadiyê gelek pêngavên xurt pêk bîne, wê dawî li modernîteya kapîtalîst, dewletên dagirker û qirker bîne. Dewleta Tirk ji ber ku naxwaze ev hemû pêk werin, li dijî gelê Kurd dest bi êrişeke mezin kir û ev êriş hîn jî dewam dike. Êrişên ku li gelê Kurd tên kirin, ji êrişên Dehaq ên li dijî gelên Rojhilata Navîn girantir in, kûrtir in. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi rêya van êrişên giran dixwaze gelê Kurd qir bike.

Dewleta Tirk a faşîst dijminê gelên Rojhilata Navîn û demokrasiyê ye. Lewma dem dema bilindkirina ruhê Newrozê ye. Weke ku tê zanîn, di dîrokê de Dehaq zilm li Kurdan û gelên Rojhilata Navîn dikir. Kawayê Hesinkar li ber Dehaq ê zalim rabû û agirê Newrozê geş kir. Piştî raperîna Kawayê Hesinkar, Dehaq ê zalim têk çû û ji bo gelên Rojhilata Navîn serdemeke nû dest pê kir. Di vê demê de jî AKP-MHP Dehaq ê zalim temsîl dike. Mîna Kawayê hesinkar ê ku agirê azadiyê dada û Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan divê mirov li ber faşîzmê rabin, têkoşîna demokrasî û azadiyê xurtir bikin. Daxwaza min ji gelê me ew e; li ku dibin bila bibin divê li qadên Newrozê bicivin û ruhê Newrozê bilind bikin.

Gelê me di herikîna dîrokê de gelek zor û zehmetî, zilm dît. Gelê Kurd ji berê ve bi ruhê Newrozê li dijî zilmê li ber xwe da, zehmetî hemû ji holê rakir û li qada azadiyê pêngav avêt. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje ‘Gelê Kurd gelê Newrozê ye’. Weke ku tê zanîn, Rêber Apo hîmên bingehîn ên PKK’ê di rojeke Newrozê de danî. Gelê Kurd gihand dîrok û koka resen. Ne tenê gelê Kurd, her wiha jin jî gihand dîrok û koka wan. Li ser vê bingehê hem jin hem jî gelê Kurd bi pêş ve bir, bedew kir. Ev gelekî bi wate ye.

Gelê Kurd ji ber ku gelekî Newrozê ye, berpirsyariyên xwe hene. Divê berpirsyariyên xwe hem ji bo xwe hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bi cih bîne. Girîng e li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji azadiyê re bike. Ya ku ji gelê Kurd tê xwestin ev e. Lewma çawa ku di dîrokê de gelê Kurd ruhê Newrozê afirand, niha jî divê bi vî ruhî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê niha bala her kesî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd e. Ev yek ji bo gelê Kurd şerefeke gelekî mezin e, em îro bi vê şerefê dijîn.

Beriya çend mehan me dest bi pêngaveke dîrokî kir a bi navê ‘Dem dema azadiyê ye’. Armanca pêngavê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Me azadiya Rêbertî, Kurdistanê û Rojhilata Navîn danîn ber xwe. Li ser bingeha vê armancê em têdikoşin. Bi saya ked û têkoşîna Rêber Apo û şehîdan em bûn gelê Newrozê. Lewma ya ku di Newroza 2021’ê de ji me tê xwestin ew e ku li ser bingeha azadiya Rêber Apo û Kurdistanê tê bikoşin û derbasî qonaxeke nû bibe. Ji ber ku em deyndarê Rêber Apo û şehîdan e. Ji bo dayina deynê xwe divê em hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna demokrasî û azadiyê bilindtir bikin.

Bêguman li pêşiya me astengî, zor, zehmetî û êrişên giran hene. Li gel vê yekê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo û gelê me, ji her demê bêhtir derfetên me hene. Ev jî rastiyeke. Firsendeke bi vî rengî beriya niha bi destê Kurdan neketibû. Bi bikaranîna vê firsendê, bi bilindkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê em dikarin encamê bi dest bixin.

Gelê Kurd êdî hîn xurttir e, hîn bêhtir xwedî tecrube ye. Dostên gelê Kurd roj bi roj zêde dibin. Dijminên gelê Kurd jî êdî mîna berê xurt nîn in. Di dîrokê de çawa ku me bi gelên cîran re tifaq çêkir, bi hev re Dehaq ê zalim têk bir, çawa ku me ji bo xwe, ji bo Rojhilata Navîn û mirovahiyê serdemeke azadiyê dan destpêkirin, îro jî em dikarin li ser vê bingehê tê bikoşin. Hem bi birêxistinbûnê hem jî bi têkiliyên xurt ên bi cîranên xwe re divê em têkoşîna li dijî Dehaqên vê serdemê mezin bikin. Eger em vê bikin, çawa ku me berê encam stand, îro jî em ê encameke baştir wergirin. Ev yek wezîfeya me ye û divê em vê wezîfeyê pêk bînin.

Di 8’ê Adarê de jinên Kurd karekî mezin kir. Di dîrokê de, di nava têkoşîna me de jinên Kurd xwedî roleke girîng in. Hem li Newrozê hem jî il serhildanan bi erka pêşengiyê rabûne. Eger li Kurdistanê Newroz û serhildan bi vî rengî bi xurtî pêk hatibin, ev yek encama pêşengiya jinên Kurd e, encama tevlêbûna rengê jinê ye. Jinên Kurd di têkoşîna demokrasî û azadiyê de ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pêşengiyê dikin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya jinên Kurd ku li ser xeta azadiya jinê dimeşînin, li tevahiya cîhanê deng veda. Jinên li tevahiya cîhanê, jinên Kurd ji bo xwe weke pêşeng dibînin. Jinên Kurd bi têkoşîna xwe ne tenê bandorê li jinên cîhanê dikin, di heman demê de bandorê li gelan jî dikin.

Eger îro li cîhanê jin, ciwan, sosyalîstên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, hêzên azadî û demokrasiyê hem gelê Kurd hem jî jinên Kurd ji xwe re esas dibînin, ev yek encameke têkoşîna jinên Kurd e. Di encama vê têkoşînê de mirov gelê Kurd û jinên Kurd ji xwe re mînak dibînin. Ev yek hem ji bo jinên Kurd hem jî ji bo civakeke Kurd şerefeke mezin e. Xuya ye têkoşîna ku ji aliyê jinan ve hatiye pêşvebirin wê heta azadiya Rêber Apo, azadiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam bike. Jinên Kurd di vê pêngavê de jî wê rola xwe hîn bi xurtî bi cih bînin.

Weke ku tê zanîn, dewleta Tirk a dagirker û qirker li qada Garê êrişeke mezin kir. Bi rêya vê êrişê dixwest ku derbeke mezin li biryargeha tevgera me bixe. Gerîlayên HPG’ê li dijî vê êrişê bi rengekî destanî li ber xwe dan, şehîd dan. Şehîdên Gare li dijî êrişa dewleta Tirk bi ruhê Newrozê li ber xwe dan. Bi têkbirina êrişan re derbeke mezin li dijmin xistin. Dewleta Tirk, pêkanîna armanca xwe li aliyekî, derbeke hîn mezintir xwar û têk çû. Ji ber vê yekê divê em ruhê berxwedanê yê şehîdên Gare her tim ji xwe re bikin esas. Lewma vê berxwedanê bandoreke mezin li gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir, manewiyata wan bilind kir.

Encamên mezin hene ku em ji vê rewşê wergirin. Eger em ruhê Newrozê ji xwe re bikin esas, li ser vê bingehê tê bikoşin, em ê karibin ji pêngavên demokrasî û azadiyê encamên mezintir bi dest bixin. Di dîrokê de çawa ku Kawayê hesinkar agirê Newrozê geş kir, bi wî agirî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dawî li zilma Dehaq anî, şehîdên Garê jî bi heman rengî ew agir li Garê geş kirin. Divê em bi vî ruhî dakevin qadan. Em niha bi ruhê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin. Ev ruh ruhê demokrasî û azadiyê ye, dagirkerî, koletî û zilmê qebûl nake. Em li ser vê bingehê ber bi azadiyê ve dimeşin û meşa me wê heta azadiyê dewam bike. Em ê bi ser bikevin. Bijî ruhê Newrozê, bijî Cejna Newrozê, bijî Serok Apo, bijî têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê. Serkeftinê ji her kesî re dixwazim û careke din cejna Newrozê pîroz dikim.”