Kevneşopa komunan û Komuna Parîsê

Kevneşopa komunan û Komuna Parîsê
18 adar, 2021   05:44

Xelîl Cemal

Peyva ‘komun’ ji rayeke “communîs” a latînî tê û wateya xwe “parvekirin” e. Rêber Apo têkildarî komunan dibêje;  "Divê em aboriya komunê wek îcad an jî doktrîneke nû nebînin. Aboriya komunê ne plan û projeyeke nû ye. Divê mirov wê wek şêwazekî hebûnî bifikire ku civaka mirov bêyî wê nikare bijî, yan jî wê wek heqîqetê bihesibîne. Heke civak dixwaze li ser pêyan bimîne û  jiyana xwe bidomîne, divê li ser bingeha aboriya komunê be." Her wiha dibêje; "Eger em dixwazin jiyana civakî ne tenê li Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê berdewam bikin, divê em aboriya komunê bikin bingeh." Û dîsa rêber Apo dibêje; "Dema em dibêjin aboriya komunê, divê em ne tenê çend waran; çandinî, pîşesazî, xizmetguzarî, zanistî lê belê hemû qadên pîşesaziyê jî bifikirin. Aboriya komunê pergalek e ku divê li bajaran jî û li gundan jî were pêşxistin..."

Rêber Apo dîsa dibêje; "Aboriya komunan a modern bi piranî aboriya gund-bajaran e. Divê aboriya gund-bajaran şaş neyê fêmkirin. Yanî ne bajarvaniya gund û ne jî veguhertina ji bajêr ber bi gund ve. Divê aboriya gund-bajaran wek yekîneya hemdem a civaka komunal bê fêmkirin." Û diyar dike ku komun ne tenê birêxistinbûna aboriyê ne û wiha destnîşan dike; "Neteweya demokratîk ew e ku hemû endamên xwe di komunan de bi rêxistin dike û peywirdar dike. Di vê pergalê de ferdên ne komunal, ne gengaz in û heke hebin jî êdî nexweş dibin û ji nav diçin. Erka sereke ya endamên neteweya demokratîk û bi taybet xebatkarên wê yên avaker, ew e ku hemû kesan bikin xebatkarên aktîf ên yek an jî gelek komunan."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya doktrîna rêber Apo de û li gorî feraseta neteweya demokratîk ji bo avakirina qadên aborî û civakî komun û meclisan dike bingeh û di vî warî de wek komuneke komunan dibe kurteya Komuna Parîsê. Ji ber vê yekê di salvegera 151’an a ragihandina Komuna Parîsê de girîng e ku bi kurtasî qala serpêhatiya Komuna Parîsê bê kirin.

Di 18’ê Adara 1871’an de bi pêşengiya karker, kedkar û rewşenbîrên Parîsê ji bo ronîkirina pêşeroja mirovahiyê gavek hat avêtin. Komuna Parîsê beriya 150 salan hatibû ragihandin, li gel ku hikumeta hevkar a Fransayê radestbûna xwe ji dagirkerên Alman re qebûl dikir. Ev yek jî tê wateya bicihbûna ezmûnên mirovahiyê yên ji bo azadiyê.

Lê belê Komuna Parîsê ku sînorên bajarekî digire nava xwe û emrê xwe 70 roj bû, di 28’ê Gulana 1871’an de bi êrişa hevpar a hikumeta Versaîlê û hêzên dagirker ên Prûsyayê hate rûxandin û bi deh hezaran kes jî hatin şehîdkirin. Lê di warê bandora xwe de, bû sedemeke ronîbûna siberoja mirovahiyê. Komuna Parîsê di warê xebatên komunal û parlamenteriyê de jî ezmûneke biqîmet hiştiye ku bingeha birêxistinbûna civakî, aborî û siyasî ya li erdnîgariya me, îro pêk tîne. Heke mirov bi tene ji vî alî ve lê binêre jî, divê mirov bejna xwe li ber pêşengên Komuna Parîsê bitewîne, wan bi minetdarî bi bîr bîne û ev yek di heman demê de peywireke sereke ya pêşengên komunên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye jî.

Marks komun wek “serdemeyeke nû ya dîrokê” û komunger jî wek "yên ku ber bi bihûştê ve diçûn" bi nav kirin.

Ji bo ku em îro baştir fêm bikin, hêja ye ku bi kurtasî li hin taybetmendî û xebatên bingehîn ên Komuna Parîsê binêrin.

Komuna Parîsê ku di heman demê de xeta berxwedanê ya li dijî dagirkerî, hevkarî û xiyanetê ye, ji parlamentoya ji 92 kesî ya bi navê Meclisa Komunê pêk tê. Meclisa Komunê ji ramanên cuda û mirovên ji pîşeyên cuda yên wekî burjuvayên biçûk, karker, karmend, bazirgan, rewşenbîr û hekîman pêk tê û her wiha Proudhonîst û Marksîstan digire nava xwe ku bi Şoreşa 1789'an serbilind in.

Bi ragihandindia komunê re jinan tarîtiya 5 hezar salî ya dîroka şaristaniyê jî çirand û careke din bûn kirdeya nivîsandina dîrokê. Di dema komunê de jinan jî delege şandin meclisên komunan, beşdarî nîqaş û pêvajoyên biryardayînê bûn û ji bo ku mafê wan ê xebitînê were naskirin, biryar hate dayîn ku li hemû tax û navçeyan werşe bên vekirin û ev yek xistin meriyetê.

- Artêşa domdar (birêkûpêk) rakirin. Li şûna wê "berevaniya neteweyî " ku wê hemû welatiyên tendurist beşdar bibin û bi piranî ji karkeran pêk tê, weke yekane hêza çekdarî hat pejirandin.

- Hat mîsogerkirin ku mafê hemû gel ê hilbijartin û hilbijirînê heye. Ji kar derxistina kesên ji bo meclisa komunê hatine hilbijartin û rayedarên edaletê yên bi hilbijartinê dest bi wezîfeyê kirine, biryar hat dayîn ku bi destê meclisê be.

- Mûçeyên endamên hikumetê yên hatine hilbijartin, bi mûçeyên karkeran re hatin wekhevkirin.

- Bi vî awayî hat mîsogerkirin ku civak an jî rêxistinên siyasî-çandî, sendîka, komele û partiyên ji pêkhateyên cuda dikarin raya giştî çêkin û bi rêya weşanên xwe pêşniyaran bikin.

- Biryarên li hundir û derveyî parlamentoyê, nîqaş û hemû pêşketinên li ser jiyana giştî bi bultenan ji raya giştî re hatin ragihandin. Bi vî rengî bandora gel a li Meclisa Komunê zêde bû û meclis bû hevpareke xurt a erka zagonsaziyê.

- Komunê ji bo parastina biyaniyan tedbîr girtin û wek welatî qebûl kirin.

- Dawî li fihuşê anîn ku şêweyê herî kûr ê koledariyê û kolekirina jinan e, ku Marx ji bo vê yekê gotibû; "Komunê qada ku fihuş lê şîn dibû û mêrên ku ew qad hêşîn dikir, tarûmar kir."

- Mal û milkên dêrê hatin gelemperîkirin û kirin mal û milkên hevpar ên gel, lêçûnên ku dewletê ji bo kar û barên olî xerc dikirin, ji holê hatin rakirin.

- Perwerde û hemû amûrên ji bo perwerdeyê  tên bikaranîn, kirin bê pere.

- Ji bo baştirkirina jiyana kar û rewşa aborî, gelek tedbîr hatin girtin.

- Mûçeyên karmendên sivîl ku ji ber erkên xwe karîbûn gelek dahatê bi dest bixin, bi mûçeyên karkeran re hatin wekhevkirin û rewşa jiyanî ya karkeran baştir kirin.

- Kargeh û atolyeyên aîdî burjuvayên ji ber êrişên li hemberî Komuna Parîsê reviyan, bi şêweyê kooperatîfan hatin birêxistinkirin. Bi heman awayî malên kesên direvin jî hatin desteserkirin û li hewcedaran hatin belavkirin.

- Mûçeyên herî bilind ên endam û rayedarên komunê wekî ku salê 6 hezar Frankan derbas neke, hatin sazkirin.

- Cezayê îdamê hate rakirin.

Di dema rêveberiya xwe ya nêzî 70 rojan de (ji 18'ê Adara 1871'an heta 28'ê Gulana 1871'an) ev çend tişt bûn ku komûnê pêk anîn.

Li gorî Marks komun ne parlamenter bû, desteyeke bitevger bû ku hem bi karê rêveberinê hem jî bi karê zagonsaziyê radibû. Du çavkaniyên mezin ên lêçûnan; leşkeriya domdar û karmendiya dewletê ji holê rakirin û hikumeteke erzan gengaz bû. Li gorî pêşnûmeyeke rêxistinê ku komunê derfeta xwe ya pêşxistinê nedîtibû, heta ku xwe bigihîne navend/yekîneyên xwe yên herî biçûk ên gundan, dê 'forma siyasî' bi hev re bûya. Marks ji bo komunê dibêje: “Şoreşa ku li vê derê pêk tê, ne şoreşeke demkurt e. Nifşê niha dişibe cihûyên ku Mûsa di çolistanê re derbas kiribûn. Yanî divê ev nifş hem cîhaneke nû bi dest bixe, hem jî ji bo ku ji mirovên hêjayî wê cîhanê re cih veke, tune bibe.”

Komunên ku li ser esasê parvekirin, wekhevî û xwetêrkirinê hatine avakirin, saziyên bi hişmendî û bi armanc ên birêxistinkirî yên civakan in. Komun birêxistinbûna bingehîn a beşeke girîng a dîroka mirovahiyê ne û pêkhateyên li ser bingeha çalakiya hişmend a bi rêya dilxwaziyê ne. Tevî ku komun pêdiviyên kesan bi cih bînin jî, helwesteke komî heye, ne ya takekesî.

Di komunan de ne şexsek bi tenê yan jî komeke biçûk, civak bi xwe yan jî mirovên ji aliyê civakê ve hatine hilbijartin, çavkaniya erk û rayeyê ne. Bi vê taybetmendiyê re civakeke exlaqî-polîtîk e ku ji endamên exlaqî-polîtîk pêk tê.

Îro forma bingehîn a birêxistinkirinê ya civakên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komun in. Avabûna civakî bi rêya rêxistinên komunan pêk tê û Rêveberiya Xweser ji meclisên ku ji kesên hilbijartî pêk tê, erk û rayeya xwe digire.

Lê belê komunên ku di dîrokê de wek kelehên demokrasiya yekser hatine dîtin, niha ji her demê bêhtir erka wan birêxistinbûn, hişmendî, wekhevîparêzî û azadîparêzî heye.

Herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Komuna Parîsê hem ji aliyê nokeran, hem jî hêzên herêmî/global ve hatiye dorpêçkirin. Ev dorpêç carinan bi êrişên dagirkeriyê yên leşkerî kûr dibe, hewl didin gel teslîm bigirin, komungeran tesfiye bikin û li vê erdnîgariyê noker û xayînan serdest bikin. Lê di van 150 salan de ku ji Komuna Parîsê û vir ve gelên herêmê bi taybetî mirovahî û Kurd pê hesiyan ku azadî tê çi wateyê. Heke pêşeng bi vê hişmendiyê helwesteke hîn bihişmend, rêxistinî û çalak nîşan bidin, her cure dagirkerî, êriş, dorpêç û ambargo dikarin werin têkbirin. Lewma jî divê komun wek birêxistinbûna bingehîn a civaka demokratîk, parvekirineke hişmend, birêxistinkirî û wekhev zindî bibin. Azadî tenê bi berbelavkirina komunên bi vî rengî dikare were bidestxistin an jî parastin.

Va ye em jî pêşengên xwe yên Komuna Parîsê bi minet bi bîr tînin û li ser rêça wan a ronî dimeşin. Her ku em vê yekê bikin, em ê bikarin hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Bi germahiya Newrozê em careke din hêjayî bajarên xwe bin û hewcedariya vê yekê pêk bînin.