Parêzerê Ocalan: Niha demildest û piştre jî sîstematîk divê hevdîtin bên kirin

Parezêrê rêber Abdullah Ocalan li ser daxuyaniya dozgeriya Bûrsayê ya li ser idîayên der barê jiyana rêber Ocalan de got ew têrê nake, divê rasterast hevdîtin bên kirin. Mezlûm Dînç destnîşan kir ku tiştên li Îmraliyê diqewimin encama biryarên siyasî ne û wiha got: “Divê CPT helwesteke tund nîşan bide. Ger ev rewş wiha berdewam bike wê çalakî mezintir bibin û encamên ku nayên xwestin, derkevin holê.”

Parêzerê Ocalan: Niha demildest û piştre jî sîstematîk divê hevdîtin bên kirin
18 adar, 2021   05:12
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Ji aliyê ragahandina dewleta Tirk ve hinidîayênder barê jiyana rêber Abdullah Ocalan hatin weşandin. Parezêrên bûroya Asrin ya Hiqûqê der barê van îdayan de daxuyana xwe de diyar kirin ku ev idîayên cidî ne û divê demildest hevdîtin bên kirin. Piştî van îdiayan parêzerên rêber Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtinan kirin lê heya niha tu bersiva wan nehatiye dayîn. Li dijî van îdiayan li çar perçeyên Kurdistanê, Ewropa û cîhanê çalakî tên lidarxistin. 

Mazlum Dînç destnîşan kir ku di her demekî de ev îdiayên wiha derdikevin, encama armancên siyasî ne û diyar kir ku ev nayên qebûl kirin û got: “Divê her kes li gorî wê hêstiyar nêz bibin û van nêzîkatiyên li hemberî birêz Abdullah Ocalan divê qebûl nakin.”

Der barê van idîayên de parêzerê rêber Abdullah Ocalan Mazlum Dînç pirsên me bersivand.

Tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Li kelêka wê beriya çend hefteyan hin idîayên têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan belav bûn. Hûn destpêkê van idîayên çawa dinirxînin?

Ev idîayên der barê jiyana birêz Abdullah Ocalan de bingeha xwe ji tecrîdê digire. Ji ber ku birêz Ocalan û her sê girtiyên din yên di greva Îmrali de di bin tecrîdeke girankirî de ne. Bi tu awayî bi derve re ne di têkilî yê de ne. Ne malbat ne jî parêzeran re xwe re dikarin hevdîtinan bikin ne jî bi rêya name û telefonê bi derve re bikevin nava têkiliyan.  Ev maf tevahî hatine qedexê kirin. Tenê 27`ê Nîsana 2020`an de carekê hiştin bi telefonê bi malbatê re biaxivin. Ji wê dîrokê heya niha bi tû awayî me têkilî bi bîrêz Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din re pêk neaniyê. Ev tecrîd, girankirî û îşkenceyeke giran e. Bi vî awayî em nikarin agahî bigirin, divê em van idîayên ku derdikevin bi awayekî gelek cidî dest digrin. Piştî van idîayan em ketin nav tevgerê û gelek hewldanên me çê bûn, serledanên me çê bûn. Beriya wê jî ji xwe serlêdanên me hebûn. Lê piştî van idîayên cidî hin zêdetir me hewldanên xwe ji bo ku hevdîtin bi awayekî lêzgîn bê kirin û rasta rast em agahî bigirin çê bûn. Lê heya îro hîn bersiveke erênî nedane.

DIVÊ NE BI ROJEKÊ, BI ASAYÎ Û SÎSTEMATÎK RÊYA HEVDÎTINAN VEKIN

Dozgeriya Bûrsa`yê duh daxuyanî da lê ev daxuyanî tenê têkildarî fikar û gumanên der barê jiyana birêz Abdullah Ocalan de derbas bibin têrê nake. Dibe ku yek bi yek em agahî ji birêz Abdullah Ocalan bigrin. Ev jî rêya wê hevdîtin in. Bi vî awayî em dikarin van idîayên ku hatine belavkirin pûç bikin. Ji ber wê jî bi awayekî lezgîn pêşiya hevdîtinan bên vekirin. Ji bo ku cardin idîayên bi vî awayî dernekevin û civak, malbat û parêzeran der barê jiyana birêz Abdullah Ocalan de nekevin fikaran divê bi awayekî asayî hevdîtin bên kirin. Ne tenê her demekê hin idîayan biavêjin hole, piştî wan idîayan, hevdîtin tenê ji bo carekê pêk were ev têrê nake û ne rast e jî. Tişta rast bi awayekî asayî pêkanîn e. Ev di qanûnên Tirkiyê de jî di peymanên mafê mirovan de jî maf hatine naskirin; ji bo kesên di zindanê de bi awayekî asayî heftanê hevdîtin bi malbat û parazeran bike û bi rêya nameyan, telefonê bi derve re têkilî deyne. Heya ku birêz Abdullah Ocalan li greva Îmrali di bin vê tecrîdê û îşkenceyê de be, divê ev mafê esasî bên karanîn. Ji xwe CPT di rapora xwe de jî destnîşan kiribû ku ne tenê ji bo carekê dema wê bihata xwestin, lê divê hevdîtin bi awayekî sîstemetîk û dayîm pêk were.   

30`yê Adar`ê hevdîtina ku pêk hatî li ser fikarên wiha bûn. Idîayek belav bû ku li greva Îmraliyê agir rû daye. Piştî wî agirî der barê jiyan û ewlehiya birêz Abdullah Ocalan de fikar çê bûn. Hevdîtinek sala 2020`an de tenê bi malbatê re pêk hat. Êdî em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Tenê di salê carekê yan jî her demêkê li ser jiyana birêz Abdullah Ocalan de hin idîa der kevin holê, rewşekê awarte çê dibe û piştî wê rewşa awarte tenê destûr bidin ku hevdîtinek bê çê kirin ev nêzîkatî ne hiqûqî ye. Piştî vê demê êdî ji bo ev kar ji hole rabe bi awayekî lezgîn divê hevdîtinek pêk were û bi awayekî asayî ev hevdîtin pêk were.

Wê jî anî ziman ku ev idîayên wiha dem demî tên derdikevin. Demên girîng tên hedef girtin. Li pêşiya me Newroz heye, li Bakurê Kurdistanê êrişên girseyî li ser HDP`ê hene. Sedema belavkirina mîna van îdayan di van demên girîng de çi ye?

Kesên ku van idîayan derdixin, kî ne bi çi armancî vê dikin zêde em nizanin lê belê ji bo me ya girîng ev îdia li ser jiyana birêz Abdullah Ocalan tên meşandin. Ev nêzîkatî ji aliyê me ve nayên qebûl kirin. Di nav tecrîda girankirî de dem demê êrişên fizîkî li ser birêz Abdullah Ocalan çê bûbû, di bin hinceta de lêgerîna hûcreya wî û cûdatir êriş pêk hatin.  Ev bêgûman armancek siyasî ye. Di kesayeta birêz Abdullah Ocalan[MF1]  de peyam dixwazin bidin tevahî Kurdan. Ev nayê qebûlkirin li ser tendûristî û ewlehiya birêz Abdullah Ocalan de divê ev tişt neyê meşandin. Rol û mîsyona birêz Abdullah Ocalan êdî ji aliyê dewletê di salên dawî de hat qebûl kirin, hevdîtin hatin kirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya hevdîtinan hat meşandin. Îro ne tenê pirsgirêka Kurd ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn tevahî yê xwedî proje birêz Abdullah Ocalan e. Ji bo wê nêzîkatiyek rast pêwîst e. 

EV NÊZIKATIYÊN GEF NAYÊN QEBÛL KIRIN

Ev nêzîkatiyên wekî gef û armancên cuda nayên qebûl kirin, ne rast in. Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe di çareserkirina pirsgirêkan de bilîzê divê şart û mercên pêwîst bên kirin. Birêz Ocalan jî gotibû ji bo rola xwe di aşitiyê de bilîzê divê şartên ewlehî, tenduristî û azadî pêk werin.  Bi van idîayên dawîn jî ev hat xûyakirin. Rola birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Tirkiyê û Rojahilata Navîn derfeteke. Rola birêz Abdullah Ocalan di aştî û çareseriyê de her kes êdî dizane. Divê her kes li gor wê hêstiyar nêz bibin û van nêzîkatiyên li hember birêz Abdullah Ocalan divê qebûl nakin.   

Beriya demekê serdana CPT li Tirkiyê çê bûbû û di vê serdanê de serdana Îmrali taybet rêber Abdullah Ocalan nehat kirin. Ev bi guman bû. Niha jî der barê van idîayan de hîn bêdengiya xwe diparêzê. Vê nêzîkatiyê hûn çawa dest digrin?

CPT jî bi pergala li Îmraliyê re hevkar e. CPT peywira wê di zindana giştî ya Tirkiyê de pêşîgirtina îşkencê ye. Di nav zindanên Tirkiyê de îşkence tecrîda herî giran li Îmraliyê di meriyetê de ye. Lê CPT di serdana xwe de naçê Îmraliyê, tenê pêywendî bi rayadarên Tirk re pêk tîne û vê bes dibînê. Ev ne rast e. Ev bi salane hevdîtin bi birêz Ocalan pêk nayên. Raste di encama grevên birçîbûnê de 5 hevdîtin bi parezaran re pêk hat lê tevahî ji 2011`an de ev mafên parezaran yê hevdîtinan tên astengkirin. Ji 2014`an û şûnde jî mafê hevdîtinên malbatê tên astengkirin. Bi îstîsnayî çend hevdîtinên malbatê hat kirin ev jî nîşan nake ku maf tên bicih kirin. Mînaka vê di zindanên cîhanê de tine ye. Bêhelwestiya CPT hevkariya wan nîşan dike. Em bang li CPT dikin ku peywira xwe bi cih bînin. Di peymanan de ev peywir hatiye nasîn. Peywira wan ya serekê ne ku encama bazarên siyasî de tev bigerin û li hin zindanan çavên xwe li hemberî binpêkirina mafan bigrin. Gelê Kurd wê li hemberî binpêkirinên li dijî birêz Abdullah Ocalan pêk tên, dê bêdeng bimînin, ev jî nayê qebûl kirin. Ev rewşa ewqas giran li cihekî pêk hatiba niha saziyên mafên mirovan yên cîhanê tevahî rabûbû ser piyan. Lê belê dema mûhatabên van binpêkirina birêz Abdullah Ocalan e her kes çavên xwe digire. Dema çalakiyên gel zêde û xurt dibin wê demê ew jî dikevin nav tevgerê.  Divê ev sazî li gor peymana xwe tev bigerin.  Piştî van idîayan divê helwesteke tundtir nîşan bidin, ji bo pêşî li hevdîtinan bê vekirin erkên li ser milên xwe pêk bînin.

Di greva Îmrali de wekî Rêber Abdullah Ocalan jî dibejê tenê rola Tirkiyê gardiyantî ye. Rola hêzên komploger di vê tecrîdê û idîayan de bi çi awayî pêk tê?    

Fikir û ramanên birêz Abdullah Ocalan ne li gorî berjewendiyên hêzên hegemon in.  Ger ev pêk were hêzên hegemon li Rojhilata Navîn wê nikaribin polîtîkayên xwe berdewam bikin. Ji ber vê jî ev hêz li hember birêz Abdullah Ocalan polîtikayên tecrîdê de li hevkirine û berdewam dikin. Bi komploya navnetewî re dema birêz Abdullah Ocalan dîl hate girtin ne tenê dewleta Tirk di nav vê de cih girt. Birêz Abdullah Ocalan jî wekî we got di nirxandinên xwe de dibêjê rola dewleta Tirk ji gardiyantiyê derbas nake. Sereke hêzên hegemon Brîtanya, Amerîka, Îsraîl, Rûsya û hwd heya hin hêzên Kurdan jî di nav komployê de cih girtin û li hevkirina van hêzên pergala Îmraliyê hat avakirin. Di berdewamkirina wê de jî heman hêz hîn xwedî gotin in û li hev kirine. Ger lihevkirina van hêzan tinaba dewleta Tirk nikarîbû bi tena serê xwe ewqas bi rehatî tecrîda girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan bimeşîne. Ev jî berdewama komployê ye.

 

Ji bo ku birêz Abdullah Ocalan rola xwe pêk neyîne û ji bo bi rihetî siyaseta berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de bimeşînin vê dikin. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku ev pêk naye. Her çiqas tecrîda giran hebe jî lê projeyên çareserkirina pirsgirêkan di nav gelê Rojhilata Navîn de tevahî belav dibe. Di nav civaka Rojhilata Navîn û cîhanê de di asta gelan de xwedî derketin heye, daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan her diçe mezintirîn dibe. Di encama vê têkoşînê de wê demeke nêz em ê karibin encam bigrin û birêz Ocalan bigihijê azadiya xwe. Li gor hiqûqê jî tişta pêwîst ev e. Beriya niha biryar ji aliyê dadgeha mafên mirovan ve sala 2014`an hat dayîn ku tu kesekî re nikarin bejin ku heya dawiya temenê xwe li zindanê bimîne. Cezayekî bi vî awayî nayê qebûl kirin ne li gorî mirovahiyê ye. Ev 7 sal li ser vê biryarê derbas bûne lê hîna dewleta Tirk tu gav neavêtiye. Yên ku azadiya birêz Abdullah Ocalan asteng dike îradeya siyasî ye, biryarên siyasî ne. 

Rêber Abdullah Ocalan der barê rewşa Îmraliyê de digot mirina min ya li vir wê siyasî be…

Ji roja afirandina pergala Îmraliyê heya îro li wir çi tê jiyîn ne derveyî kontrola dewleta Tirk û wan hêzên ku pergal ava kirine ye. Ji ber wê birêz Abdullah Ocalan dibejê li greva Îmraliyê tiştek li hember wî pêk were wê tû tişt ne bixwezayî be. Her tişt encama biryarên siyasî pêk tê. Hevdîtinek dema ku pêk tê jî encama biryara siyasî ye, tevahî pêkanînên der barê birêz Abdullah Ocalan de çê dibin encama biryarên siyasî ne. Encamên wê jî siyasî bin. Ji ber birêz Ocalan ne kesayetekî asayî ye. Îro ne tenê Kurd lê belê gelek gel wî wek rêber dibînin. 

Grevên birçîbûnê ketina roja xwe ya 111 (hêvdîtin dûh hat kirin) an. Piştî idîayan hem li Kurdistanê, Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê çalakî tên kirin. Hûn grevên birçîbûnê û çalakiyan çawa dinirxînin? Nepêkanîna hevdîtinan bi rêber Abdullah Ocalan re berdewam bike wê rewş ber bi kû derê ve here?

Di van salên derbasbûyî de jî me dît ev idîayên der barê jiyana birêz Ocalan de ji aliyê civakê ve nêz ve tên şopandin û helwestên xurt tên nîşandan. Di encama grevên birçîbûnê yên sala 2019`an de hevdîtin bi birêz Ocalan re pêkhat û bi daxwaza birêz Ocalan ev grev bi dawî bûn. Hêstiyariyek mezin ji aliyê herkesî ve tê dîtin. Ev çalakî û nerazîbûn wê hin zêdetir mezintir bibin. Ev pêşdîtinek zelal e. Bi awayekî lezgîn hin encamên ku neyên xwastin derkevin holê dev ji vê polîtîkayên îşkence û tecrîdê berdin. Demildest pêşiya hevdîtinan vekin.  Di encama pêşîvekirina hevdîtinan de wê herkes serkeftî derbikeve.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_V6zuqV66Ow" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>