Ferhad Têlo: Divê rastiya li girtîgeha Îmraliyê diqewime were eşkerekirin

Sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo bang li hêzên siyasî yên kurdî kir ku hîn zêdetir zextê li dewleta Tirk bikin, da ku dawî li tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bînin, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û sûcên li gireva Îmraliyê çêdibin, eşkere bikin.

Ferhad Têlo: Divê rastiya li girtîgeha Îmraliyê diqewime were eşkerekirin
18 adar, 2021   02:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Têkildarî idîayên dawî yên li ser malperên medya civakî ya dewleta Tirk hatine belavkirin ku rewşa rêber Abdullah Ocalan ne baş e, Sekreterê Giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo ji ajansê re axivî.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya Taybet bi rêber Abdullah Ocalan û girtiyên girtîgeha Îmraliyê, di 15`ê Adarê de daxuyaniyek da raya giştî. Tê de diyar kir ku derfet nayê dayîn ku hevdîtin bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re birêz Abdullah Ocalan re bicivin û hevdîtina dawî di 7`ê Tebaxa 2019`an de bû û hevdîtina dawî ya bi miwekîlê wî re bi rêya telefonê bû û di 27`ê Nîsana 2020`an bû.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê da zanîn ku ji wê demê ve wan tu agahî bi dest nexistin û bi vî awayî heta ku di 14`ê Adara 2021`ê de berdewam kir, têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan hin îdîa li ser malperên medya civakî ku çavkaniyên wan jî ne diyar bûn, hatin belavkirin.

Ferhad Têlo diyar kir ku her tim dewleta Tirk îdîayan belav dike û îdîayên dawî ne îdîayeke nû ye yan jî yekemîn e, lê belê ev berdewama siyaseta AKP`ê ya partiya Erdogan e ya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan dide meşandin, di heman demê de berdewama siyaseta propoganda  ya ku ji bo desthilata xwe bide meşandin, xwe dispêre wê.

Ferhad Têlo ev yek li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk her tim xwe dispêre vê siyasetê û bi rêya wê hewl dide nameyan ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê û ji civaka kurdî re bişîne."

Têlo destnîşan kir ku civaka Kurdistanê û tevgera siyasî ya kurdî her tim bi awayekî cidî li van îdîayan dinêrin û got: "Di pêvajoya heyî de û bi belavbûna wan îdîayan re divê dewleta Tirk rê li pêşiya gelê Kurd veke ku rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan nas bikin û rastiya li girtîgeha Îmraliyê diqewime, eşkere bibe."

Sekretêr Ferhad Têlo îşaret pê kir ku civaka Kurdistanê çi li ser asta siyasî be çi li ser asta civakî be, çalakiyên xwe yên şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo da zanîn ku berpisyariya rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, ji saziyên mafên mirovan, alî û blokên siyasî yên kurdî tê xwestin ku hîn zêdetir zextê bikin.

Di dawiyê de Ferhad Têlo eşkere kir ku heta niha rêxistinên mafên mirovan bi rola xwe ranebûne, ji lew re divê bi berpisyariya xwe rabin, di heman demê de aliyên siyasî yên kurdî jî divê zextê li rejîma dewleta Tirk bikin û wê neçar bike ku çareseriyan ji rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan re bibîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_rQYXm1-hYs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>