Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir

Îşev ciwanên şoreşger û jinên ciwan ên Dêrik û herêma Efrînê meş li dar xistin, tê de banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir û piştrast kir ku rêbertî ji bo ciwanên şoreşger xeta sor e.

Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
Ciwanên Efrîn û Dêrikê banga zelalkirina rewşa tenduristî ya rêber Ocalan kir
17 adar, 2021   19:21
QAMIŞLO

Îşev bi dehan ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanên a Dêrikê li Çerxeriya Şehîdan a li naverasta Dêrikê kom bûn û meşîn. Di meşê de ciwanan meşale, wêneyên rêbertî, alên ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Dema ciwan gihaştin Navneda Şehîd Bawer a Ciwanan deqeyeke rêz girtin, piştre endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Hisên daxuyaniyeke xwend û wiha tê de hate gotin:

"Em Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar dikin û di vê dawiyê hin idîayên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan derketin, lê ew iîda pêk nayên.

Berxwedana girtiyan ji tevahî cîhanê îsbat kir ku berxwedan ji rêgez û felsefeya rêbertî ye. Ji lew re em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan soz didin rêber Abdullah Ocalan kur em li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst destgirêdayî namînin."

ŞEHBA

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê kom bûn û wêneyên rêber Ocalan û meşale û pankartên "Azadiya rêber Apo azadiya me ye" hildan. Meş li tevahî kolanên sereke yên navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê de gerî û di meşê de diruşmên bi banga azadiya rêber Ocalan û şermezarkirina sûcdar Erdogan hatin hildan.

/ar/uploads/files/2021/03/17/181757_mhmd-alwys-5b1600x12005d.webp

Meş li qada Dibistana Ajokariyê ya Fafînê vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre agirek bi şêweyê bi navê Apo hate pêxistin û ciwan li dorê bi meşaleyan kom bûn. dûvre endamê rêveber ê Desteya Ciwan û Werzîşê Mihemed Wês axivî û wiha got: "Rêber Apo nûnertiya tevahî nirx û pîvanên mirovahiyê ye. Lê hedefgirtina rêber Abdullah Ocalan, hedefgirtina hêza civakan e. Rêbertî ji bo ciwanên şoreşger xeta sor e."

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA